شبكة لالش الاعلامية

Êzîdîyan encûmena xwe a taybet ava kirin

Êzîdîyan encûmena xwe a taybet ava kirin

Ji aliyê RÛDAW 27.08.2015 Dihok (Rûdaw)

– Kurdên êzîdî encumena xwe ya taybet ava kirin ku %10ê endamên wê encumenê jin in. Kurdên êzîdî piştî 4 salan gengeşe û nîşqaş, bi rizamendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, encumena xwe ya taybet ava kirin.

Di reşnivîsa Destûra Herêma Kurdistanê de jî hatiye gotin ku kurdên êzîdî azad in encumen û rêveberiyên xwe yên taybet ava bikin. Endamê encumena nû ya kurdên êzîdî Memo Ferhan li ser hejmara endamên wê encumenê ji Rûdawê re got, endamên wê encumenê dê 100 kes bikin ku derdora %60-70 jê dê ji xelkê Şingalê bin.

Memo Ferhan da zanîn, di nav encumenê de jin jî dê hebin ku rêjeya wan dê derdora %10 be…

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Parlamentoya Almanyayê derbarê jinên Kurdên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin de panelek birêve diçe. Komeleya bi navê Hawar bi piştgiriya koma Partiyên Yekitiya Xiristiyanan (CDU/CSU) panelê birêve dibe û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, serokên partiyan û çend pispor jî di panelê de amadene. Kurda Êzidî Naciye ji Rûdawê re behsa çîroka xwe ya ketina di destê çekdarên DAIŞê de kir û da zanîn di heyama 8 mehên di destê DAIŞê de her tiştên xirab hatine serê wê û got: “Hê jî zêdetirî 3 hezaran Êzidî di destê DAIŞê de ne. Ew sê sal in vê jiyanê bi zorî dijîn. Hinek caran jinek rojê 8 caran tê firotin. Zarok jî bi şeweyên cuda têne firotin. Destdirêjiyê li keç û jinan dikin. DAIŞê mejiyê zarokan dişû û wan ferî ramanên tundraw dikin.” Naciye diyar kir ku ew dê li panelê behsa êş û çîroka xwe bike û wiha domand: “Bila dengê me bibihîsin û hem bila ew kesên mane di destê DAIŞê de rizgarbikin hem jî bila alîkariya kesên hatine rizgarkirin bikin. Pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.” Ji bilî jinên Kurdên Êzidî jinekê cihû ya ji komkujiya Holocostê û jinekê jî misilman a ji komkujiya Kosovayê rizgar bûyî jî beşdarî panelê bûne. Peyamnêra Rûdawê li Almanyayê Ala Şalî diyar kir ku di panela navborî de mijara bikaranîna seksê wekî çekekê jî dê bê gotûbêjkirin.

Lalish Duhok

Şêx Şamo Sopasî ya Dr. Xensê kir ..

Lalish Duhok

Naveroka civînên Nêçîrvan Barzanî li gel serkirdeyên Iraqî

Lalish Duhok