شبكة لالش الاعلامية

Êşa êzidiyan dibe fîlm

 Êşa êzidiyan dibe fîlm

Dihok (Rûdaw)

Derhênerê kurd Hisên Hesen, trajediya êzidiyan a piştî êrişa rêxistina DAIŞê dê bike fîlm.

Navê fîlma Hisên Hesen “Bahoz” e û mijara wê jî êşa xortekî dergistiya wî ji aliyê rêxistina DAIŞê ve hatî revandin.

Aktorê sereke yê fîlmê Rêkiş Şehbaz ji Rûdawê re diyar kir dema ku wî çîroka fîlme xwendiye gelekî hestiyar bû û ji ber wê yekê jî rola fîlmê qebul kiriye.

Lîstikvanê kurd Rêkiş Şehbaz wiha got: “Ev senaryo li ber çîrokek rast hatiye nivîsandin. Em dê role bikin, lê wan mirovan ev êş kişandine.”

Rêveberiya Sinemaya Dihokê dê sponsoriya fîlme bike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta cejna Newrozê

Lalish Duhok

Mesrour Barzanî Cejna Qurbanê pîroz di ke

Lalish Duhok

Parêzgarê‌ Hewlêrê‌ û rêzdar Şêx Şamo rawêjkarê‌ serokê‌ Hikûmeta Herêma Kurdistanê‌ bo karubarên Êzidya hevdîtnek pêkî anî

Lalish Duhok