شبكة لالش الاعلامية

Almanya bo hêzên pêşmerge çekên li dijî tankan dişîne

Almanya bo hêzên pêşmerge çekên li dijî tankan dişîne

Waar –Duhok:

Wezareta bergirîya Almanya dîyarkir; ew dê li ser hinartina çekên dijî tankan bo hêzên pêşmerge di berdewam bin, daku li şerê dijî Daişê bên bikarînan.

Wezareta bergirîya Almanya di beyanameyekê da ragîhand; hinartina çekên dijî tankan yên”Mîlano” bo hêzên pêşmerge dê di çarçeveyê hinartina alîkarîyê bo hêzên pêşmerge be û li demê bê dê bişînin.

Ji alîyê xwe ve Ursola Von Dêrlayn, wezîra bergirîya Almanya dîyarkir; hinartina çekê Mîlano yên dijê tankan bo hêzên pêşmergeye, giringîyeka gelek mezin hebû û bi alîkarîya wî çekî hêzên pêşmerge şîyan, navberekê bixine dinavbera xwe û terorîstên Daişê da.

Li gorî agehîyên desthilatdarên Almanya, heta niha wan 60 parçe çekên dijî tankan “Mîlano” li gel 2 hezar gulle yên wan bo pêşmerge hinartine.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Almanyayê navendek bo belgekirina komkujiya Kurdên Êzdî hat vekirin

Lalish Duhok

Peyama Desteya Bilinda Bingehê Laliş bo cejina cemayê

Lalish Duhok

Nadîa Murad li Norwêçê li gel rayedarên bilind hevdîtin pêk anî

Lalish Duhok