شبكة لالش الاعلامية

Li Şingalê, êrişeke DAIŞê li dijî Pêşmerge hat şikandin û 12 çekdarên wê rêxistinê jî hatin kuştin

Li Şingalê, êrişeke DAIŞê li dijî Pêşmerge hat şikandin û 12 çekdarên wê rêxistinê jî hatin kuştin

Çavkanî :Rûdaw 

Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê, Xalid Hemze ji Rûdawê re got, îro piştî nîvro, li eniya Şingal-Domîzê û li ser rêya navçeya Behacê, çekdarên DAIŞê dixwastin bi sê otomobîlan êrişî Pêşmerge bikin lê êrişa wan hat şikandin.

Xalid Hemze derheqê wî şerî de agahiyên zêdetir da û got, derdora 20 çekdarên DAIŞê bi otomobîlan berê xwe dabûn çeperên Pêşmerge lê me dizanîbû ewê êriş bikin, lewma me bi alîkariya balafirên şer li wan da.

Wî fermandeyê Pêşmerge da zanîn ku di wî şerî de 12 çekdar hatin kuştin û derdora 8 çekdaran jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên wî fermandeyê Pêşmerge, di şerê han de tiştek bi hêzên Pêşmerge nehat.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Sîdekan- 44 salvegera koça dawî ya Nemir Barzanî de helmeta çandina daran birêveçû

Lalish Duhok

Konsulê Amerîka li Herêma Kurdistanê serdana perestgeha Lalişê kir

Lalish Duhok

Barzanî pêşewazî li Selahedîn Behaedîn kir

Lalish Duhok