شبكة لالش الاعلامية

Serokatiya Herêma Kurdistanê teqîneya li Bexda şermezar kir

Serokatiya Herêma Kurdistanê teqîneya li Bexda şermezar kir

Çavkanî :BasNews

 Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de teqîneya îro 3 Hezîranê li bexda şermezar kir û tekez kir ku, dawî encama terorîstan dê şikestin û jinavçûnbe.

Kopiyek ji daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê jibo BasNews hatibû şandin eva xwarê jî deqa wê ye:

Berî sibehiya roja yekşem 03.07.2016 li encama du kirdarên terorîstî yên li bajarê Bexdayê hejmareke zêde ji welatiyên bêguneh şehîd û birîndar bûn.

Gelek bi tundî wan kirdarên tirsnokane yên terorîstan şermezar dikin ku, dijminê hemû bihayên asmanî û mirovanî ne û serxweşiyê jî li kesukarê şehîdên wê kirdara nemirovane dikin û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazin.

Êrîşa terorîstan ya li ser bextewerî û jiyana hemwelatiyan dadê şikestên wan nade û ji wê yekê bawerin ku terorîst nagihin armancên xwe û li her cîhek bin çarenûsa wan, şikest û jinavçûn e.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
03.07.2016

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Civînek giring li dor babetê Êzidyatîye li Bingehê laliş tê ancamdan

Lalish Duhok

Peyama sersaxiya şêx şamo ji bona koça dawî ya Profesor Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev

Lalish Duhok

Parlamentoya Brîtanyayê daxwaz ji hikûmetê dike jenosîda Kurdên Êzidî nas bike

Lalish Duhok