Bikarhênerên Gmail ê li ser astê cîhanê gihişte milyarek kesan
Rêveberê kompanîya Google eşkere kir ku bernameya wê ya peyamên elektronîk a bi navê Gmail gihîşte milyareke bikarhêneran.
Rêvebirê kompanîya Googleê Sundar Pichai encamên çend mehên dawî ya 2015an diyar kir. Li gor wan encaman, bikarhênerên Gmail’ê, mehane nêzîkî 1 milyar e. Sundar Pichai eşkere kir ku Gmail bi piranî ji aliyê bikarhênerên mobaylê ve tê bikaranîn. Her wiha Pichai destnîşan kir ku kartêkirina herî mezin a bikaranîna Gmailê ew e ku di nav de xizmetên Google, Chrome, Android, Youtube, Maps û Google Play jî hene.
Berê jî hatibû diyar kirin ku kompanîya Alphabet a ku Googleê jî di nav deye, kompanîya Appleê derbas kiriye.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî