شبكة لالش الاعلامية

Dîroka şanoyê li Kurdistanê

Dîroka şanoyê li Kurdistanê 

Em vê carê jî berê xwe bidin şanoya kurdî ya ku cara yekem di dîrokê de cihê xwe girtiye.

Di dîrokê de yekemîn şanoya kurdî ya ku tê zanîn .

Ebuziya Mihemed Tavfîq yê ku ‘’Ecelê wî qezaye ‘’ ‘’mirina ku bi qeza rû dide’’ yan jî mirina bê şansî’’ ku van wateyan jî hil digre, Di sala 1872 yan de nivîsiye û Ebuziya Mihemed Tavfîq bi xwe ji kurdên anatoliya navîne.

(Çavkanî: Sedad Ulugana/ mîrateya(eser) şanoya kurdan ya herî kevn,’’Ecelê wî qezaye’’)

Şanoya kurdan lîstokeke ya herî nûjen ya bi nave ‘’Memê Alan’’ disala 1918 yan de ku ji aliyê Ebdurrehîm Rehmiyê Colemêrgî ve hatiye nivîsandin û ev nivîs jî wê demê hatiye qebul kirin.

Ev kesayetana yek ji kesayetên ku ji bo xweşikî û dewlemendiya ku di nava hunera kurdî de veşartî mane derxistine holê ne. Di heman demê de ev kesayet ji bo berdewamiya dewlemendiya hunerî ya ku di dîroka Kurdistanê de heyî pêşengtî kirine(diwarê şano, helbest, sînema û mûzîk de) weke şopekîne ku di roja meya îro de em divê bi rengekî nujen wê şopê berdewan bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ruydaneka agrberbûnê li kempa Şarya çêbû û çar xîvet bi temamî sotin Nêzîkî demjmêr 2:00 berê sibeha îroheşt xîvetên awareyên Şingalê li kempa Şarya li sinûrê deverdariya Sêmêlê sotin û ziyan gehştine çar xîvetên dî. Pîr Deyan Ce’fer, rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê bo gav got: li berê sibeha îro roja duşembî ruydaneka agrberbûnê li kempa şarya çêbû û çar xîvet bi temamî û çarên dîjî nîv nîve hatin sotin û çi zyanên giyanî nebûn, belku zyan bitenê madî bûn. Amaje da wê çendê jî, ruydana sotina xîvetan ji egerê şortekê karebê bûye û tîmên agrvemrandinê gehştîne cihê ruydanê û berî agr berfrehbibe, hatiye kuntrolkirin. Rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê da zanîn jî, tevahiya kelupelên pêdvî ji layê wan ve bo ziyan vêkeftyan hatîne dabînkirin û cihê xîvetan dê hête paqjkirin û xîvetên nuy dê bi wan hêne danan.

Lalish Duhok

Papayê Vatîkanê peyamekê arasteyî malbatên qurbaniyên Hemdaniyê dike

Lalish Duhok

Daxwaz ji Serokê Meclisa Nûnerên Iraqê tê kirin jibo zêde kirina kotaya Êzdiyan li perlemantoyê Iraqê

Lalish Duhok