شبكة لالش الاعلامية

Parlamenterê Ewropî: Serxwebûn mafê Kurdan e

Parlamenterê Ewropî: Serxwebûn mafê Kurdan e

Çavkanî : Rudaw

Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Charles Tannock diyar kir ku mafê gelê Kurd e ku biryara çarenivîsa xwe bide.

Serpereştê siyaseta derve ya koma muhafazakaran li Parlamentoya Ewropayê Charles Tannock li ser navnîşana xwe ya tora civakî ya twîtterê bersiva Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê daye û wiha nivîsiye:

“Mafê gelê Kurd e ku li ser çarenivîsqa xwe biryar bide. Pêwîste piştî referandûmê jî civaka navdewletî serxwebûna wan nas bike.”

Tannock beriya niha jî ji Rûdawê re ragihandibû ku dostên bi hêz ên Kurdan di Yekîtiya Ewropayê de hene û ew bixwe jî dostê Kurdan e.

Charles Tannock Brîtanî ye û di salên 2004 û 2007ê de Cigirê Serokê Komîsyona Mafê Mirovan li Parlamena Ewropayê bû.

download (1)

download

Ev daxuyaniyên Tannock di demekê de ye ku Navenda Aşitî û Ewlekariya Mirovahiyê ya Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê, li 4 parêzgehan rapirsek pêkanîbû û ji sedî 82.3yê beşdaran deng dabûne serxwebûna Kurdistanê.

Di rapirsiyê de hatibû pirskirin “gelo referandûm bê kirin hûn dê beşdar bibin?” ji sedî 83.1ê gotine “belê.” Herwiha ji sedî 66ê beşdaran jî gotibûn niha dema îlankirina serxwebûna Kurdistanê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş Cejna Bêlindê Pîroz Dike.

Lalish Duhok

Bingehê Laliş serexoşiyê li qurbanyên bûyera beşên navxoyî li Dihokê kir.

Lalish Duhok

ŞINGAL- 37 kes bi awayekî nediyar hatine kuştin

Lalish Duhok