شبكة لالش الاعلامية

Bi dawî înana kempîneya Laliş li Zawîte … Bi Wêne

Şêx Şamo dê hewldin Kempîna laliş ye berdewam be

Çinar Şemo \LMN

di rê û resmekî de duhî li 30/8/2016 , çend çalakî bi helkefta bi dawî hatina Kempîna laliş ya rewşenbîry bo xwendekarên Şingalê yen koya nimrên wan ji 90% û serde li nawçedarya Zawîte hatne encamdan û Ahinga derçonê bi reve ço û bawernamên rêz lînanê li ser xwendekar û simînarbêjan yên beşdary li vê çadirgehê de hatîne bexşîn .

bi amadebuna Şêx Şamo endamê perlemanê kurdistanê û nunerê Bordê Karûbarên Mirovayetî li Parêzgeha Dihokû u rêveberê rêkxstya Harîkar û çendîn endemanên desteya bilinda bingehê laliş û tayên bingehî û nûnerên çendîn Rêkxstyên peşdary kirin di serkeftina Kempîna laliş de û nûnerê nawçedarya Zawîte û dezgehên Amnî , duhî li danê Êvarê ahinga rêz lînanê ya derçonê bo xwendekaran hate gêran , di van rê û resman de (Jahfer Simo) reveberê vê Kempîna bi xêrhatina amadebuyan kir û bi kurtî behs li wê karê haty kirin li vê Kempîneyê kir û supasya Şêx Şamo kir ku ev biroke darştî û piştevan buye ji bo bi rêve birina vê kempîneyê , her wisa supasya kargêrya parêzgeha Duhokê û bordê karubarê mirovayetî û rêkxstya harîkar kir bo pştevanya wan , her wisa supasya wan rewşenbîr û mamosta û diktoran kir ku simîner gotin di ve kempineyê de û her wisa dest xweşî li wan xwendekarên pişkdarî kirin û daxwaza serkeftinên mezintir ji wan re xwastin .

paşre berêz Şêx Şamo peyvek pêşkêş kir û daxwaza serkeftinê ji bo xwendekaran kir û supasya her layenekî pişkdarî di vê kempîneyê de kiry kir û hevî xwest li pilanên bên û demên dahaty da bikarin li ser van core kempînan di berdewam bin bi piştevanya kargêrya parezgeha Dihokê.

ji alye xove berpirse rexstya harikar peyvek peshkesh kir u dest xweshy li wan kir u pishtevanya xwe bo wan dyar kir .

paşre çend çalakyên honery hatin encam dan û li dawya ahingê bawernamên rêzlînanê li ser xwendekar û simînarbêjan yên beşdar

hatin belave kirin , xwendekaran dilxweşya xwe bermber vekirina vê kempîneyê dyar kirin .

2 8 7 6 5 4 3 14 13 12 11 10 9 15 16 17 18 19 20 26 25 24 23 22 21 31 30 29 28 27 27 32 33 34 35 36 37 43 42 41 40 39 38 49 55 48 54 47 53 46 52 45 51 44 50 61 60 59 58 57 56 62 63 64 65 66 67 73 72 70 69 68 79 78 77 76 75 74 85 84 83 82 81 80 91 97 90 96 89 95 88 94 87 93 86 92 101 100 99 98h

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî: Hêvîdar im ev cejn pêkvejiyana me bihêztir bike

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 21 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok

Bingehê laliş: du sal li ser karesata Şingalê borîn û piştevanya nêv dewletî ne li astê petvye

Lalish Duhok