شبكة لالش الاعلامية

Barzanî û konsilê nû yê Frensa li Hewlêrê kombûn

Barzanî û konsilê nû yê Frensa li Hewlêrê kombûn

 Çavkanî :Waar media

Serokê herêma Kurdistanê îro digel konsolê nû yê Frensa li Hewlêrê kombû, şerê Daişê,û piştevanîya hêzên pêşmerge û girifta awareyan gotubêj li ser kirin.

Îro piştî nîvro Mesûd Barzanî li Pîrmam digel Domînîk Mas, konsolê nû yê Frensa li Hewlêrê kombû û konsilê Frensî kombûna digel Barzanî bi şerefeka mezin navkir û ragehand; welatê wî piştevanê hêzên pêşmerge ye û alîkarîyên wan yên serbazî jî dê di berdewam bin.

Herwesa got: Frensa amadeye, bo qonaxa piştî Daişê, li dor vegerandina awareyan, û nehêlana şûnwarên şer û hilgirtina mînan, li deverên azad kir û her alîkarîyekê pêşkêşî herêma Kurdistanê bike.

Ji alîyê xwe ve , Barzanî, peywendîyên navbera herêma Kurdistanê û Frensa da, bi dîrokî nav kirin û dîyar kir, bo pêşdabirina peywendîyên abûrî, û kultûrî û sîyasî digel Frensa, herêmê çi tuxîbek nîne.

Şerê terorsîtên Daişê û rizgar kirina Mûsilê, tewerekê dîyê serekî yê kombûna serokê herêmê û konsilê Frensî bûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê tê sazkirin

Lalish Duhok

Encûmena wezîran derbarê pêşhatên dawî yên di warê cîbicîkirina yasaya bûdceya federalî û rewşa mûçeyan de civiya

Lalish Duhok

Jiyan û serpêhatiya hûnermenda jin Eyşe Şan

Lalish Duhok