شبكة لالش الاعلامية

Masuod Barzani : azadkirina Musilê bingeha kûrbûna birayetî û dostayetî û baweriya di navbera her dû aliyan xweştir bike

hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û Hêzên Iraqiyan li azadkirina Musilê bingeha kûrbûna birayetî û dostayetî û baweriya di navbera her dû aliyan xweştir bike

Çavkanî :BasNews

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedînê serpereştiya civînekî hevbeş a siyasî û leşkerî ya di navbera Herêma Kurdistanê, Amerîka û Iraqê de kir.

Li gor malpera fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê naverokê de daxuyanîyek da

Daxuyanî waha ye:

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedînê serpereştiya civînekî hevbeş a siyasî û leşkerî ya di navbera Herêma Kurdistanê, Amerîka û Iraqê de kir.

Li gor malpera fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê naverokê de daxuyanîyek da

Daxuyanî waha ye:

Roja dûşem 19.09.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serpereştiya civîneke hevbeş a serbazî û siyasiya di navbera Herêma Kurdistan, Amerîka û Iraqê kir.

Li civînê de ku hejmarek ji berpirsên emnî û serbaziyên bilindên Herêma Kurdistanê û Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û General Tawnsênd Fermandeyê Hêzên Amerîka li Iraqê û Ken Gross Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek şêwirmend û berpirsên serbaziyên Amerîka û Ebdulemîr Zêdî Cîgirê Serok Erkanê Artêşa Iraqê û hejmarek ji berpirsên bilindên serbaziyên hêzên Iraqê amade bûn, di derbarê amadekariyên ji bo destpêkirina operasyona azadkirina Musilê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê civînê de têkşikandina Da’îş li bajarê Musilê bi armanca hevbeşa hemû aliyek dane zanîn û tekez li ser karê hevbeşa di navbera Pêşmerge û Hêzên Iraqê û Hêzên Hevpeymanan kirin.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de naveroka plana azadkirina Musilê xistin ber behs û guftûgoyan û beşdarbûyên civînê li ser çawayiya hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û Hêzên Iraqê û Artêşa Amerîka û Hevpeymanan li operasyona azadkirina Musilê de rêkkeftin.

Her li vê civînê de Serok Barzanî destxweşiyê li hewl û keda Hêzên Hevpeymanan û Hêzên Iraqê û Pêşmergeyan ya li şerê dijî terorîstan de kirin û hêviya wê yekê xwestin ku karê hevbeşî û hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û Hêzên Iraqiyan li azadkirina Musilê bingeha kûrbûna birayetî û dostayetî û baweriya di navbera her dû aliyan xweştir bike û her wiha bibê sedema dawî anîna bi kêşe û êşên xelkê parêzgeha Nînowa û bibê fakterek jî ji bo rêgirtina li serhildana teror û hizra tundrewiyê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî bang li xelkê kir ku vaksînan werbigirin

Lalish Duhok

Terorîstên DAIŞê yên karesat serê Şingalê de anîn çûne nav Heşdî Eşîrî!

Lalish Duhok

li nawçeya Baedrê karesata Şingelê hat sax kirin

Lalish Duhok