شبكة لالش الاعلامية

Konsilê Hindistanê li Hewlêr pêkvejiyana li Kurdistanê bilind nirxand

Konsilê Hindistanê li Hewlêr pêkvejiyana li Kurdistanê bilind nirxand

Çavkanî :Basnews

Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê belavkiriye ku, îro 21 Eylûlê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê nû yê Hindistanê li Herêma Kurdistanê Deepak Miglani û şandeka pê re kir.

Miglani kêfxweşiya xwe nîşan da ku bû demê mehekê ew wek Konsulê Hindistanê li Herêma Kurdistanê dest bi kar kiriye, ku ji aliyê Gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziyeka baş jê re hatiye kirin û hemû asankariyek jê re pêşkêş kirine, her ji ber vê yekê spasiya Gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Herwiha berhev bûna welatê xwe ji bo pêş xistina têkiliyan tevî Herêma Kurdistanê li hemû waran û alîkarî kirina Hikûmeta Herêma kurdistanê li warê rêvebirinê û vekirina kursên fêrkirinê ji bo fermanberên hikûmetê xiste berçav.

Miglani behsa qehremaniya Pêşmerge di şerê lidijî terorê kir ji bo parastina ser û malê welatiyên sivîl bê cudahiya olî û neteweyî, her wiha  bi hev re jiyana navbera netewe û olên cudayên Herêma Kurdistanê jî giring nirxand.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya vê serdanê kir û hêviya serketinê ji bo kar û erkên Konsulê Hindistanê li Hewlêrê xwest û alîkarî û piştgîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jê re xiste berçav.

Pêdagirî li ser vê yekê jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare sûd ji ezmûna Hindistanê ji bo rêvebirinê werbigire, bi rêya kursên fêrkirinê ji bo kadir û karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistan, ji bo vê yekê jî spasiya Hindistanê kir ku amadeya xwe ji bo vê yekê nîşan daye.

Serokwezîr hêvî xwest Konsulxaneya Hindistanê roleka berçav ji bo pitir bihêzkirina têkiliyan li hemû waran hebe, bi taybetî handana sermayedarên Hinidistanê ji bo weberanînê li Herêma Kurdistanê. Pêdagirî li ser vê yekê jî kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze baştirîn têkilî tevî welatên cihan û cîranan hebe ku bi awayekê di berjewendiya hemû aliyan de be.

Di dawiyê de  herdu aliyan bal kişandine ser dawîn pêşhatên deverê  û şerê dijî terorîstên DAIŞê û hin babetên din.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Pîrejina êzîdî behsa hovîtiyên DAIŞê dike

Lalish Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya Pêşmerge dike

Lalish Duhok

Emmar Hekîm : Mafê Êzidiyan e ku vegerin Şingalê

Lalish Duhok