شبكة لالش الاعلامية

Serkirdeyekî DAIŞê hat girtin

Serkirdeyekî DAIŞê hat girtin

Çavkanî :BasNews

Li bajarokê Şergatê yê Mûsilê, serkirdeyekî DAIŞê, ku kincên jinan li xwe kiribû, hat girtin.

Piştî ku bajarokê Şergatê yê Mûsilê ket destê hêzên Iraqî, xebatên lêgerînê di nav bajêr de didomin.

Li gorî agahiyan, berpirsê asayişa Şergatê yê DAIŞê Ebû Omer Esafî, dema dixwest bi kincên jinan bireve, hat girtin.

Rayedarekî Iraqî jî ragihandiye, hinek belge bi wî serkirdeyê DAIŞê re bûne ku tê de gelek agahî li ser DAIŞê hebûne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Gencên Êzdiyan bi rêya berîkaneyên rewşenbîrî xwe pêşdixin

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Projeya bazara genim asayişa xworakê dabîn dike û cotkaran jî piştrast dike

Lalish Duhok

40 aware û xocihên Şarya pişkdarî smînarekê bûn li dor jîngehê

Lalish Duhok