November 21, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Keça 10 salî dane zilamê 47 salî

Keça 10 salî dane zilamê 47 salî

Çavkanî :Rudaw

Polîsên Duhokê rê neda daweta keça 10 salî ligel zilamekî 47 salî bibe. Herwiha hişyarî daye malbata keçikê daku heta temenê wê nebe 18 sal, nezewicînin.

Di dawiya meha Tebaxê de, malbata keça 10 salî ku li xelkê Rojavayê Kurdistanê ne û li kampekî penaberan li bajarê Duhokê nîştecîh in, xestin keça xwe dikin bûkê zilamekî 47 salî. Lê polîsên Duhokê jiber temenê keçikê, destûr nedan daweta wan çêbibe.

Li gorî yasayên Herêma Kurdistanê keç û kurên 18 salî, dikarin li ser daxwaza xwe bizewicin. Temenên wan ji 18ê biçûktir be, bi rizaya xwe û ya malbata xwe jî nikarin bizewicin.

Rêveberê Tekoşîna li Dijî Tundutîjiya li Hember Jinan li Duhokê Aram Mihemed ji Rûdawê re gragihand ku tîmên rêveberiyê di dawiya meha Tebaxê de destkariya dawetekî kampa penaberan kiriye û nehiştine keça 10 salî bidin mêr.

Aram Mihemed diyar kir ku malbata penaber ji ber rewşa nebaş a darayî xwestine keça xwe bizewicînin lê wan destûra vê yekê nedaye.

Polîsên Duhokê li ser vê bûyerê rêkariyên yasayî jî pêk anîne û keçika biçûk ji malbatê dûr xistine û dayik û bavê wê jî dane dadgehê.

Rêveberê Tekoşîna li Dijî Tundutîjiya li Hember Jinan li Duhokê got ku malbata keçikê soz dane daku heta keça wan mazin nebe, nezewicînin.

Li gorî gotina Mihemed ev yekem car nîne ku di kampan de keçikên temen biçûk didin mêr û dibêje, “Par gelek caran tiştên wiha hatin dîtin. Ji bo kêmkirina vê diyardeyê em xulên hiyariyê ji koçberan re saz dikin.”

Neteweyên Yekgirtî jî hişyarî dide

 

Ji bo hişyarkirina penaberan daku xwe ji diyardeya zewaca pêşwext biparêzin, rêxistina UPP a îtalî û Komîseriya Bilind a Penaberan (UNHCR) a Neteweyên Yekgirtî (NY), ligel 14 rêxistinên din ên navdewletî û navxweyî, ligel aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji Îlona sala 2015ê ve, helmetekî hişyarîkirinê li kampan pêkanîn. Helmet 4 mehan ajot.

Berpirsê UPP a îtalî Kamûran YUsif ku serpereştiya vê helmetê dikir, ji Rûdawê re ragihand ku di dema karê xwe de pê hesiyane ku di kampan de gelek diyardeyên wiha pêkhatine.

Yusif da zanîn ku helmeta wan encameke baş daye û diyardeya zewicandina keçên temen biçûk kêm bûye lê ew dîsa jî plan dikin ligel dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêvajoyekî nû yê perwerdeyê bidin destpêkirin.

Mela mehrê bikin dê bên girtin

 

Dadgehên Herêma Kurdistanê rê nadin ku keçên ji 16 salî biçûktir mehrê bikin. Gelek caran mehrên wiha ji aliyê melayan ve tê kirin.

Aram Mihemed daxuyand ku hişyariya wan a dawiyê ji bo melayên Duhokê bûye ku mehra keçikên biçûk nekin.

Mihemed got: “Hemû melayan jî belgename mor kirine ku eger zewaca temen biçîk bikin, dê bên ber dadgehê.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi