شبكة لالش الاعلامية

Êzdî daxwaz ji PKKê dikin Şingalê bi cîh bihêle

Êzdî daxwaz ji PKKê dikin Şingalê bi cîh bihêle

Çavkanî :BasNews

Kesayetên olî û kesayetên giring ên êzdiyan daxwaz ji PKKê dikin ku Şingalê vala bike û rê bide xelkê bajêr vegerin ser cîhên xwe.

Îro 28.09.2016ê li tirbeya Mîr Şerfedîn ku yek ji tirbeya pîroz a êzdiyane, encûmena ruhanî û kesayetên diyar ên êzdiyan civiyan û piştre jî civînekî çapemeniyê de daxwaz ji hêzên PKKê kirin ku ji çiyayê Şingalê xwe vekişîne.

Herwaha di vê civîna çapemeniyê de amaje bi vê kirin ku çiyayê Şingalê pîroziyekê wê heye û pêgeha şeref û berxwedaniyê ye. Ji ber wê gotin em rê nadin partiyên nêzîk PKKê û grubên waha li Şingalê ava kirine, vê deverê bikin Qendîla dûyem.

Vê derbarê de qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl di civîna çapemeniyê de diyar kir: ‘’Êzdiyan serê xwe li hember hêzên dagirker ne daniye, naha jî li wê hêzê re serî na daynin û em naxwazin Şingal bibe Qendîla dûyem.’’

Herwaha daxwaz li hikûmeta Iraqê kir, hewl nede ku pêkhateya Şingalê têkbide, ku dixwazê Heşdî Şeibî û alîkariya PKKê ve rewşa herêmê têkbide û got: ‘’Divê hikûmeta Iraqê di avakirina Şingalê de alîkar be.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hejmara qurbaniyên lehiyê li Almanya û Belcîkayê gihîşte 90 kesan

Lalish Duhok

Festîvala Fîlman a Silêmaniyê – ‘Kurdistana azad ji bo me derfet e’

Lalish Duhok

Li Şingalê perwerdeyê dest pê kir lê pirtûk û meteryalên pêwîst nînin

Lalish Duhok