شبكة لالش الاعلامية

Nûnerê kurdên êzîdî: Bila PKK bilez ji Şingalê derkeve

Nûnerê kurdên êzîdî: Bila PKK bilez ji Şingalê derkeve

Çavkanî :BasNews

Nûnerê kurdên êzîdî li parlamentoya Kurdistanê dibêje, bila PKK bilez ji Şingalê derkeve ji ber ku êdî xelkê ji wan bêzar bûye.

Parlamenterê êzîdî li parlamentoya Kurdistanê, Şêx Şamo ji BasNewsê re got, em bang li PKKê dikin bilez ji Şingalê derkeve û ji wir dûr bikeve.

Şêx Şamo her wiha got, xelk ji PKKê bêzar bûye ji ber ku PKK bûye sebeba derketina duberetiyê li devera Şingalê.

Nûnerê kurdên êzîdî li parlamentoya Kurdistanê anî ziman ku PKK rojê partiyekê ava dikin, zarokên xelkê direvînin û dibin Sûriyê û didin şerkirin. Lewma xelk pir bêzar û nîgeran bûye.

Duh jî li ziyareta Şerfedîn a Şingalê, komek kurdên êzîdî li dijî hebûna hêzên PKKê li Şingalê kom bûn û bang li PKKê kirin ji Şingalê derkeve.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Papa û mîr tehsîn beg rewşa Êzidîyan û Mesîhîyan behs kirin

Lalish Duhok

Naveroka civîna îro ya Encûmena Wezîran hat aşkerekirin

Lalish Duhok

WHO: Salane 1.7 milyon zarok ji ber pîsbûna jingehê dimirin

Lalish Duhok