شبكة لالش الاعلامية

Fîlma ‘74 jenosîdên Şingalê’ li Almanya ye

Fîlma ‘74 jenosîdên Şingalê’ li Almanya ye

 Çavkanî :Rûdaw

Fîlmekî kurdî yê bi navê “74 jenosîdên Şingalê” li bajarê Kolna Almenyayê tê nîşandan. Di fîlmê de hunermenda kurd a ji Bakurê Kurdistanê Canê, rola sereke lîstiye.

Derbarê mijarê de hunermend Canê ji Rûdawê re got, “Me karî em bi rêya vê fîlmê, êş û karesatên li ser kurdên êzidî nîşa cîhanê bidin. Biryar e piştî li sînemayên Kolnê, di festîvalên cîhanî de jî bê nîşandan.”

Canê ku ji bo nîmayîşan vê filmê niha li Festîvala Navdewletî ya Fîlman li Sîlêniyê ye, derbarê albûma xwe ya dawîn de jî zanyarî dane Rûdawê.

Canê got, “Amadekariyên albûmekî nû dikim û niha jî klîbekî amade dikim. Di çend rojên din dê 2 berhemên min ên nû bên belavkirin. Yek ji wan strana herêma Serhedê ye, ya din jî gotin û awaz ya min e.”

Hunermend Canê da zanîn ku niha senaryoya fîlma Kobanî jî li ber destê wî ye ku ev film jî behsa berxwedana Kobanî ya li hember êrîşên DAIŞê dike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê derbarê bîranîna enfalkirina Barzaniyan de

Lalish Duhok

Runshtineke vekirî li baregayê desteya cînosaîdê li Duhokê bi rêve çow

Lalish Duhok

Pîr Xelat Elîyas Cafo: Kêşana semayê govenda ayînî û secûdeye bo nûra(dîndara) Xwedê.

Lalish Duhok