March 14, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Dîndar Zêbarî: Herkesekî zarokê keç bi zewicîne wê bê girtin

Dîndar Zêbarî: Herkesekî zarokê keç bi zewicîne wê bê girtin

Çavkanî :Basnews

Serokê lijneya helsengandin û bersivderê raportê navnetewî yê hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand, herkesekî keça xwe ya biçûk bi zewicîne wê bê girtin.

Îro 11.10.2016ê serokê lijneya helsengandin û bersivderê raportê navnetewî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragehand; ji 16.05.2016ê ve wezareta navxwe lijneyekî bilind bo li dijî bazirganiya mirov hatiye pêkanîn.

Dîndar Zêbarî ragehand: Lijne li lêkolînan de Duhokê geheştiye wê rastiyê ku hejmarek keçên biçûk li jêr temenê yasayî de hatine zewicandin û hişyarî jî da li gor yasayên hikûmeta herêma Kurdistanê herkesekî keça xwe ya biçûk bi zewicîne wê bê girtin.

Serokê lijneya helsengandin û bersivderê raportên navnetewî amaje bi vê jî kir, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî belavbûna raportên rêxistinên biyanî yên derbarê destdirêjiya ser jinên penaberên Kurdistana rojava pêkaniye, lê rûniştvanên qampa Domîz ew raport red kirine.

Herwaha got, hin rênmayî bo pêşî lê girtina bazirganîkirina mirov li herêma Kurdistanê hatine pêkanîn, şîrketên ku kesên kar û karkeran ji derve tînin pêwîste berî ku vîzeyên wan temam bin, wan kesane birêkene welatê wan, eger na li gor tevdîrên nû heta 50 milyon dolar pare wê bêne cezakirin .

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi