شبكة لالش الاعلامية

Şêx Şamo: Pêşbînî hene ku girtîxaneya Telaferê ya veşartî de kurdên êzdî hebin

Şêx Şamo: Pêşbînî hene ku girtîxaneya Telaferê ya veşartî de kurdên êzdî hebin

Çavkanî :Basnews

Nûnerê êzdiyan li parlamentoya Kurdistanê, amaje bi vê dike ku, hewldanên cidî hatine dayîn, ku bi hemahengiya hêzên ewlekariyê ve girtîxaneyên DAIŞê bibin armanc û zindaniyên êzdî bên rizgarkirin.

Nûnerê kurdên êzdî li parlamentoya Kurdistanê Şêx Şamo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Dibe ku girtîxaneyên veşartî yên li Telaferê de êzdî hebin, ji ber piraniya tewanên li dijî êzdiyan li Telaferê pêkhatiye, ji ber vê jî di asta bilind de hemahengiya leşkerî heye di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û saziyên ewlekariyê de, ku kontrol kirina girtîxaneyan re ewlehiyet û giringî pê bê dayîn.’’

Herwaha got: ‘’DAIŞ ber bi têkçûn û hilweşandinê ve diçe. Naha piraniya eniyan de li hember hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, rastî şikest hatiye û hêza berevaniyê ya wan nemaye.’’ Dawiyê de jî got: ‘’DAIŞ zilm û zorekî mezin li xelkê Şingalê û kurdên êzdî kiriye û bi awayê herî xirap îşkence li wan kiriye.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kemal Tolan: Li vê salvegera cejna cemaya mizgîniyekê bidine Êzdiyan û bibêjin, me destûrda ku qanûnên hesabê salnam, rojî, îd û erafatên Êzdîtiyê bikin yek..

Lalish Duhok

kurtefilmek ku ji alyê Bingehê Laliş ve li ser êş û janên Êzidiyan hat çêkirin

Lalish Duhok

Messi bi çavên tijî hêsir malavayî li Barcelonayê kir

Lalish Duhok