شبكة لالش الاعلامية

Çîroka fîlmekî Kurdî dikeve nava programê xwendinê li Almanya

Çîroka fîlmekî Kurdî dikeve nava programê xwendinê li Almanya

Çîroka filmê Kurdî “jîyan li ser sînoran” yê berhemhêner “Behmen Qubadî” û her 8 derhênerên zaro yên Şingal û Kobanê dê têkeve programê xwendinê da li welatê Almanya.

Behemen Qubadî bo cara dûyê li ser peycê xwe yê tora civakîya facebookê amaje bi wê çendê kirîye ku çîroka filmê “jîyan li ser sînoran” dê bibe yek ji waneyên xwendinê li qutabxaneyên welatê Almanya û amaje bi wê çendê jî kirîye ku berî niha filmê wî pişikdarî filme festîvala “Berlînale” kiribû ku bi yek ji navdartirîn festîvalan li cîhanê tê navkirin.

Filmê dekomêntarîyê “jîyan li ser sînoran” behsa serhatî û ezmûnên jîyana rojaneya xelkê Kobanê û Şingalê dike, yên ku ji ber şerê digel terorîstên Daişê li kempan jîyana xwe dibine serî.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Çîroka keça Êzidî di bazarên Ewropayê

Lalish Duhok

Osman Baydemîr spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir

Lalish Duhok

Serokomarê Tirkiye spasiya Serok Barzanî kir

Lalish Duhok