شبكة لالش الاعلامية

5 emîrên DAIŞê bi milyonan dolarê DAIŞê dizîn û reviyan!

5 emîrên DAIŞê bi milyonan dolarê DAIŞê dizîn û reviyan!

Hat zanîn ku komek çekdarên DAIŞê bi milyonan dolarê DAIŞê dizîne û reviyane Mûsilê. Rêxistinê jî tîmek li dû wan şandiye Sûriyê.

Rojnameya Daily Mail a Brîtanî, eşkere kiriye ku 5 emîr û mezinên DAIŞê tûrkên xwe tijî dolarên DAIŞê kirine û berê xwe dane Sûriyê.

Li gorî nûçeya wê rojnamê, ew pereyê ku wan çekdaran dizîne, bi milyonan dolar tê texmînkirin, ji ber wê jî DAIŞê tîmek li dû wan xistiye da ku wan bigirin.

Tê gotin ku yek ji wan dizan, berpirsê xezîneya DAIŞê bûye û navê wî jî Ebû Bera Qehtanî ye.

Çavdêrên siyasî û serbazî dibêjin, bûyerên wiha nîşan didin ku DAIŞ di nav xwe de pir şepirze bûye û êdî ber bi hilweşandinê ve diçe.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Barzanî: Jibo parastina mafê hemû pêkhateyên Nînewa, berî azadkirina Mûsilê rêkeftinek pêwîste

Lalish Duhok

Li Berîkana Rwangeh Gencekî Êzdî Xelatê Diwê Bi Destxis

Lalish Duhok

Şêx Şamo: Ayndeyekê geş li pêşîya kurdistanê ye

Lalish Duhok