شبكة لالش الاعلامية

Bexdayê bi Barzanî re planên şerê Mûsilê gotûbêj kir

Bexdayê bi Barzanî re planên şerê Mûsilê gotûbêj kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Şêwirmendê Asayişa Niştîmaniya Iraqê Falih Feyaz îro civiyan û operasyona kontrolkirina Mûsilê û pêşketinên Hêzzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê nirxandin.

Îro sêşemî 8ê Mijdara 2016, li bajarokê Selahedînê yê girêdayî Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Niştîmaniya Iraqê Falih Feyaz û şandeke pê re kir û her du alî bi hev re civiyan.

Piştî civînê, Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî belav kir û ragihand, ku di vê civînê de, Mesûd Barzanî û Falih Feyaz, “derbarê qonaxên operasyona rizgarkirina Mûsilê, pêşketin û serkevtinên Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê û hêzên Artêşa Iraqê li mêhwerên bakur, rojhilat û başûrê Mûsilê de gotûbêj kirin.”

Herwiha Barzanî û Feyaz di vê civînê de tekezî li ser hemahengiya di navbera Hêza Pêşmerge û hêzên Artêşa Iraqê de û pabendbûna wan bi cîbicîkirina qonaxên planên operasyona rizgarkirina Mûsilê kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de Barzanî û Feyaz derbarê pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, proseya siyasî ya Iraqê û rewşa deverê de nêrînên xwe pev guhertin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî: Eger PKK derkeve ji bo Tirkiyê jî hincet namîne

Lalish Duhok

Wezîrê Perwerda Hikumeta Herêma Kurdistanê piştevanya xwe bo xwendkarên Êzidî dûpat dike

Lalish Duhok

Şervaneka êzîdî ya berê ya PKKê: PKKê êzîdî didan kuştin paşê digot şehîdên me yên êzîdî jî heye!

Lalish Duhok