شبكة لالش الاعلامية

Serokê encumena Şingalê: PKK dixwaze Şingalê ji Kurdistanê veqetîne!

Serokê encumena Şingalê: PKK dixwaze Şingalê ji Kurdistanê veqetîne!

Serokê encumena bajarê Şingalê dibêje, PKK dixwaze Şingalê ji Herêma Kurdistanê veqetîne û bike kampa serbazî!

Serokê encumena bajarê Şingalê, Weys Nayîf ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, PKK dixwaze Şingalê bike kampeke serbazî lê xekê Şingalê ti carî vê yekê qebûl nakin û razî nabin warê wan bibe serbazgeha PKKê.

Weys Nayîf her wiha gotiye, hebûna PKKê li Şingalê dibe sebeba alozbûna deverê û xelkê Şingalê jî tûşî êş û azarên din dibin. Heta niha gelek ji PKKê hatiye xwastin wê deverê vala bike lê mixabin PKK guh nade ti kesî.

Wî rayedarê Şingalê daye zanîn ku PKK her roj baregehên nû ava dike, ev jî xelkê Şingalê ditirsîne. Xelk newêrin ji tirsa PKKê vegerin ser war û malên xwe. Divê PKK ji Şingalê derkeve ji ber ku nabe bajarek bibe qurbana siyaseta wan.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Andamên lijna danana reşnvîsa navxweyî yê civata bilinda êzidîyan hatin raqehandin

Lalish Duhok

Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê serdana navçeyên geştyariyê yên Soranê kirin

Lalish Duhok

Mala Êzdiya bi cil û bergên kilturî beşdarî fistevala Kramermarkt ya bajarê Oldenburg dike.

Lalish Duhok