شبكة لالش الاعلامية

Wezîrê perwerdê: Hizir di paşxistina sala xwendinê da dikin

Wezîrê perwerdê: Hizir di paşxistina sala xwendinê da dikin

Wezîrê perwerdeya hikûmeta herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq di kongreyekê rojnamevanî da digel nûnerê rêxistina yunesko û yunisêf ragehand, eger baykotkirina xwendingehan bighêje du mehan, ew dê neçar bin, xwandina îsal paşbêxin.

Ji alîyekê din ve mamostayên nerazî yên Silêmanîyê îro jî, li hember rêveberîya perwerdeya rojava kombûn û xwestin ew mamoste dewama xwandingehan baykotkirîn, neyên sizadan.

Doh mamostayên Silêmanîyê, Helebçe, Germîyan, Ranya û Koyê xwenîşadanên berfereh kiribûn, dijî sîstemê paşkewtkirna muçeyan û daxwaza wezareta perwerdê û civata perwerdeya Silêmanîyê bo şikandina baykotê retkirin.

Heta niha, li parêzgehên Silêmanîyê, Helebçe û îdareya Germîyan, werzê nû yê xwendinê, destpênekirîye, 50 hezar mamostayan baykota xwendinê kirîye, bêtirî 700 hezar qutabîyan jî ji xwendinê bêbehir bûne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Cîgirê yekem ê serokê parlamentoya Iraqê pîrozbahiya kurdên êzdî kir

Lalish Duhok

Bi helkefta cejna Rojyên Êzî tayî û nivîsîngehên Laliş harîkarî li ser çendîn xêzanên kêm deramet belavkirin

Lalish Duhok

Civata asayîşa herêmê danpêdana êrîşkerên Kerkûkê belav kir

Lalish Duhok