November 21, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Kevintirîn wênegirê li bajarê Qamişlo

Kevintirîn wênegirê li bajarê Qamişlo

Çavkanî :Rudaw

Koko, wênegirê ermenî, kevintirîn wênegir e li bajarê Qamişlo. Wî di sala 1954an de dest bi karê wênegiriyê kiriye.

Koko, ku navê wî yê rasteqîn Girîgor Kîvorkiyan e, dibêje ku ew ji karê xwe hez dike û lewra ew heta niha, û tevî ku temenê wî gihaye 77 salan, hîna di karê wênegiriyê de berdewam e.

Koko wiha got: “Min di sala1954an de li Qamişlo dest bi wênegirtinê kir. Sipas ji xwedê re min destpêkir ta îro. Ez nikarim dev ji karê xwe berdim. Min gelekî jê hizkiriye.”

Newroze li cem Koko roja herî bi kêf û xweşî bû. Bi gotina wî, ew yekem wênegir bû ku başdarî Cejna Newrozê dibû. Kokoy ê Ermenî, weke Gerebêtê Xaco û Aramê Tîgran ên Ermenî bi zimanekî kurdî behsa Newrozê dike.

Wênegir Koko wiha domand: “Her sale em diçûn Newrozê. Cejna Newarozê gelekî bi nav û deng bû. Me bi kêf, bi dilanan, şanoyan, roja xwe ya cejnê derbas dikir weke ku nîv demjimêr derbas dibû. Ji bilî min tune bû tevde zanîbûn ku Koko tenê wênegire li Qamişlo.”

Niha Koko li park û xwaringehên Qamişlo digere ta ku wêneyan ji xelkê re bikşîne. Ew dibêje tevî ku niha hejmara parkan ji berê zêdetir e, lê kesek li bajêr nemaye.

Berdewamiya axaftina xwe de Koko got: “Em diçin park lê kes nîne. Berê ne wisa bû. Em bi kar re nedighîştin. Îro kes nemane.”

Koko wêneyên Serokê Misrê Cemal Ebdulnasir, Serokê Sûriyê Şikrî Qiwetlî li bajarê Qamişlo kişandine. Herwiha wêneyê helbestvan Cegerxwîn û hunermend Mihemed Şêxo jî kişandine.

Wênegir Koko wiha axivî: “Hin wêne hene min girtiye di bîra min de ne û ez ji bîr nakim, weke dîrokekê ji min re ye, eydayê Cegerxwîn û Mihemed Şêxo ku li Endîwerê min soretî wî girtî ye. Şikrî Qewetlî Serokê Koamra Suriyê hate Qamişlo min soretî wî girtî ye, heriwha Cemal Ebdilnasir hate Qamişlo min Soretî wî girt, gelek xweş têne bîramin ez wan ji bîr nakim.”

Bajar jî weke mirovan bîranînên wan hene, wênegir Koko hem beşeke ji bîranîna bajarê Qamişlo û hem jî beşekî mezin ji bîranên Qamişlo û xelkê wê bi belge kirine û hin jî bi belge dike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi