شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî: Pêdiviya sîstemê bi guhertinan heye

Nêçîrvan Barzanî: Pêdiviya sîstemê bi guhertinan heye

Rûdaw

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, pirsgirêkên sîstema tenduristiya Herêma Kurdistanê hene û divê ew sîstem bê guhertin.

Li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê, konferansa nexweşiyên dil û girîngiya çareseriya wan birêve çû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî Konferansa Nexweşiyên Dil bû têde gotarek pêşkêş kir û got, divê em rê li ber sedemên nexweşiyên dil bigrin û rêya her bibandor jî werzîş e.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku beriya çend salan nexweşiyên dil li Başûrê Kurdistanê nebûn wiha domand: “Li gorî berê em xwarin û vexwarina baştir dixwin lê vexwarina cixarê zêde bûye û herwiha em werzîşê jî nakin.”

Barzanî bal kişand ser wê yekê ku li Herêma Kurdistanê  4 hezar kes hene ku dilên wan kun in, lê hezar û 700 kes ji wan hatine çareserkirin.

Di berdewamiya axaftina xwe de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha axivî:

“Hikûmet ji hemû tiştan berpirs e, lê hemû pirsan çareser nake. Sedema pirsgirêka tenduristiya Herêma Kurdistanê jî ev e. Niha sîstemek sosyalist a ji heyama Sedam mayî heye ji ber vê yekê pirsgirêka tenduristiyê li tevahiya Iraqê heye. Divê ev sîstem were guhertin û kerta taybet were pêşxistin.”

Barzanî karmendên tenduristiyê ji bo xebatên wan ên pêşkêşî koçberan dike teqdîr kir û ji bo alîkariuî sipasiya Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Kuweyt û Ûrdinê kir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Heyder Ebadî: Dewleta DAIŞê bi dawî hat

Lalish Duhok

137 Keçên Rojê xola pilingên Zêrevanîya ya pêşmergehên Kurdistanê bi dawî anîn.

Lalish Duhok

Mîrê Kurdên Êzidî cejna Remezanê li Misilmanan pîroz kir

Lalish Duhok