شبكة لالش الاعلامية

Zengene dev stranbêjiyê diberde

Zengene dev stranbêjiyê diberde

Rûdaw

Hunermeda kurd Lane Zengene ku beriya niha klîbeke belav kiribû got, ew difikire ku dev ji stranbêjiyê berde.

Lane Zengene ji Rûdaw wiha got: “Ez hest dikim ku di navbera min û hezkeriyên min ên li Kurdistanê de ahengek nîne. Ez heta heyemeke din jî li bendê bimînim û heger ti guhertin çênebin ez dê dev karê hunerî berdim.”

Zengene diyar kir ku wê li gel çend stranbêjên navdar ên ereb, derbarê Kurdistanê de stranek erebî û kurdî tomar kiriye, lê ji ber çend sideman wê ev projeya xwe niha rawestandiye.

Stranbêja ji Başûrê Kurdistanê beriya niha klîba bi navê “Çopyeket” (Sergovend) belav kiribû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Keça Kurd bo duyemîn li ser astê cîhanê

Lalish Duhok

Bi wêne…Melek Rojhat bûyerek hatûçûnê derbas kir

Lalish Duhok

Narîn Feqe beşdarî konsêra Voices of Change a Swêdê bû

Lalish Duhok