شبكة لالش الاعلامية

Yildirim: Herêm û Tirkîyê dê gopîtka aborî li Hewlêrê sazbikin

Yildirim: Herêm û Tirkîyê dê gopîtka aborî li Hewlêrê sazbikin

Waar–Duhok:

Serok wezîrên Tirkîyê her di prês konfiransê di gel serokê herêma Kurdistanê da ragehand; di warê aborî da, lijneyek dê di navbera Hewlêr û Enqere da bê pêkînan û di demên bê da, dê gopîtkeka berfireh li Hewlêrî bê sazkirin.

Bînalî Yildirim dîyarkir, sektora aborî û peywendîyên bazirganî yên di navbera Hewlêr û Tirkîyê û Îraq û Tirkîyê da, babetekê serekî yê serdana wan bûye û dê hemû kêşeyên aborî yên di navbera Hewlêr û Tirkîyê da bên çarekirin.

Da zanîn jî ku karê pêdvî bo pêşvebirina bazirganîyê di navbera herdu alîyan da dê bê kirin û Hewlêr û Enqere di warê têhnê da, dê peywendîyên xwe pêşve biben û di warê saxlemîyê jî da, Tirkîyê alîkarîya herêmê kirîye û pisporên Tirk dê li Hewlêrî alîkarîya pêdvî pêşkêş biken.

Yildirim aşkere jî kir ku Hewlêr û Enqere dê di warê aborî da, lijneyeka bilind pêk bînin û di demên bê da, dê gopîtkeka berfireh li Hewlêrê bê girêdan.

Serok wezîrên Tirkîyê amaje kir ku li dor daxistina qutabxaneyên Fethulla Gulen li herêmê, piştevanîyek heye, bi rengekî ku zîyan bi qutabîyan nekeve, lê armanc eve hizra terorê neyê belav kirin, bo vê yekê jî, wezîrên herdu alîyan dê hemahengîyê bike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi wêne teqîna Qamişlo bibîne

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 19 kesên din bi Koronayê mirin

Lalish Duhok

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê dicive

Lalish Duhok