شبكة لالش الاعلامية

Şêx Şamo li ser mezarê nemiran: hêzek li erdî da nîne Şingalê‌ ji Kurdistanê‌ cuda bike

Şêx Şamo li ser mezarê nemiran: hêzek li erdî da nîne Şingalê‌ ji Kurdistanê‌ cuda bike

tora laliş ya ragehandinê‌

li rêkkeftî 10 adara 2017ê‌,şandekê‌ bilnd ji desteya bilnda bingehê‌ laliş yê‌ rewşenbîrî û komelayetî li dihokê‌،di gel tayî û nivîsîngehên grêdayî bi tayên laliş (Şingal,Sinûnê‌,Başîk,Behzanê‌,Xank,Şarya,Baedrê‌,Şêxan),zêdebarî şandekê‌ ragehandina desteya bilnd seredana mezargehê‌ nemiran li devera Barzan kirin.

şandê‌ desteya bilnda bingehê‌ laliş bi serokatya berêz”Şêx Şamo” serokê‌ bingehî û komeka kesayetyên Êzidî yên siyasî û cvakî ,ji bal berêz”Xelat Barzanî”nûnerê‌ serokê‌ herêma kurdstanê‌”Mesod Barzanî” ve hate pêşwazîkirin.
herwesa şandî qeftekeka gula li ser gorê‌ nemran”Mela Mstefa Barzanî” û ” Edrîs barzanî”dana.

di rê‌ û resmên seredanê‌ da, berêz”Şêx Şamo”peyvek pêşkêş kir û têda behsê‌ çend kêşan kir,ji wana amaje da hindê‌ ku bingehê‌ laliş û tayên wî her sal seredana mezargehê‌ nemran krîne, wek rêzgirtin bo qurbanîdana gelê‌ kurd bi giştî û serwerê‌ wan yê‌ mezin xudê‌ jê‌ razî”Mstefa Barzanî ” û ” Edrîs Barzanî”.

herwesa Şêxî di peyva xo da tîşk xiste ser dîrok û şoreşên barzanî û gelê‌ Kurdistanê‌ û rolê‌ êzidya têda û qurbanîdana pêşkêşkirîn di bizavên rizgarî xwazên kurdî yên li dûv êk diçerxên borî da، rewşenbîrîya pêkvejyanê‌ di navbera pêkhatên cudayên gelê‌ Kurdistanê‌ piştevanî lê‌ hatye kirin ji demê‌ serkirdê‌ nemr”Mistefa Barzanî” bizavên rizgarî xwazyên kurdistanî bi rêve dibirn û serok “Mesod Barzanî” li ser heman program berdewam bû،dinyaza wî da bo xurtkirina rewşenbîrîya pêkvejyana birayînî dinavbera hemû pêkhatên kurdistanê‌ da.

serokê‌ desteya bilnd diyar kir،Êzidî gotnên serok”Mesod Barzanî” ya dema gotî(Êzidî kurdên resenin yan çû gel bI navê‌ kurda nînn)û ya duwê‌ demê‌ cenabê‌ wî gotî(gevkirina Êzidya gevkirine li asayîşa netewey ya kurdistanî)،em wek kurdên Êzidî van dû gotnên dîrokî ji serok Barzanî bilnd di helsengînin , ji berku barzanî bi syaset û pêşmergetya xo berevanyê‌ ji êzidyan dikt û tekezê‌ li ser girngîdanê‌ bi êzidyan û daxwazyên wan dikt,wek wê‌ tekeza li karûbar û taybetmendyên pêkhatên cuda yên kurdistanê‌ dikt.

di beşekê‌ dî yê‌ peyva xo da,Şêxî behsê‌ pêşhatên Şingalê‌ kir û got:”jinavbirna rêkxrawa Da’ş ya tîrorstî nêzîk bûye, belê‌ mxabin ecîndayên herêmayetî û derveyî dijî Şingalê‌ û xelkê‌ wê‌ dibînin,û hindek heyne yên bi navê‌ kurd û kurdistanê‌ di axvin wek PKKê‌ û hndek gropên çekdar yên grêdayî wan li Şingalê‌ yên dibêjn ew li pê‌ Heşda Şe’bî diçin li Bexda û Şingal ne kurdstanî ye li dûv nerîna wan,hebûna wan li Şingalê‌ demê‌ dest bi ser Da’şê‌ da dête girtn ew karekê‌ bi metrsî ye li ser êminahî û aramî û avedankirina Şingalê‌ û derdorên wê‌ jî komelgeh û gundên Êzidyan”.

di berdewamya axftna xo da got:”hêzên pêşmergey armancên stratîcî diberjewenda Kurda û gelê‌ Kurdistanê‌ û hîvyên şerî da heyne, belê‌ hemû nerîn, bi lêborîn ve xuya dikin ku PKK ya pilanan didanêt arîşan bo herêma kurdistanê‌ li deverên êzidya serheldidet û ew dever pitrya wan di valane û xelkê‌ wan aware di kempan û cihên dîtir da di jîn,û syaseta PKKê‌ zyanê‌ bi herêma kurdistanê‌ digehînt bi giştî û j wan Êzidî û taybet xelkê‌ me li Şingala brîndar, dîsan pirojên PKKê‌ û ecîndayên wê‌ kartêkirn heye nabit bêne piştguhavêtin li ser projê‌ dewletbûna Kurdî, û hewla PKKê‌ bo serhildana şerî digel hêzên pêşmergey li deverên Êzidya ew wek fermaneka nûye li ser me, û dê‌ encamên nebaş li ser xelkê‌ Şingalê‌ hebin”.

herwesa”Şêx Şamo” dûpat li beyannama Civata Bilnda Rohanî ya Êzidya û beyanên berê‌ jibal kesayetyên Êzidî û ekadîmî û civakî ji xelkê‌ Şingalê‌ û dîtr dikeyn,yên daxwazê‌ ji PKKê‌ dikin xo vekêşe û vegerne wî chê‌ jê‌ hatîn , daxwaz dikeyne ve ji serkirdayetya PKKê‌ hêzên xo ji Şingalê‌ vekêşn,û baş bizanin hêzek li erdî da nîne Şingalê‌ ji Kurdistanê‌ cuda bike.

her di peyva xo da, serokê‌ desteya bilnd ragehand:”di seredana me ya sala borî da bo mezargehê‌ nemran, bajêrên başîk û behzanê‌ dibin kontrola gropê‌ Da’ş ya tîrorstî da bû, belê‌ îro di rizgarbûyne bi hîmeta qurbanîdana Pêşmergey û serkeftnên wan bi serkrdayetya serok Barzanî, zêdebarî rizgarkirina çendîn deveran ji axa Kurdistanê‌”.

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hunermend Birader : Kurd li ser Kerkûkê bêdeng man ji ber wê dora Efrînê hat!

Lalish Duhok

Biden endambûna Swêd û Fînlandê bo NATOyê îmze kir

Lalish Duhok

Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li sala nû dike

Lalish Duhok