شبكة لالش الاعلامية

Hikûmeta Hollenda serdana wezîrê derve yê Tirkîyê hilweşand

Hikûmeta Hollenda serdana wezîrê derve yê Tirkîyê hilweşand

Hikûmeta Hollendayê rê neda frokeya wezîrê derve yê Tirkîyê biçe nava axa wê da û serdana wî hilweşand.

Ajansa Anadol aşkere kir: hikûmeta Hollendayê serdana Mevlûd Çavuşoglu, wezîrê derve yê Tirkîyê bo welatê xwe hilweşand û rê neda frokeya wî biçe nava axa wê da,Çavuşoglu gefên sepandina cezayan li ser Hollendayê kiribûn.

Wezareta derve ya Hollendayê di beyanekê da ragîhand: hilweşandina serdana Çavuşoglu bo parastin û asayîşa giştî ya Hollendayê ve girêdaye.

Ji alîyê xwe ve Receb Tayîb Erdogan, serok komarê Tirkîyê ew biryar rexne kir û got: berpirsên Hollendayê çi tiştekî ji sîyasetê û dîplomasîyê nizanin û ew tirsek û “bermaykên Nazî”yane.

Biryar bû îro wezîrê derve yê Tirkîyê, kampanya piştevanîkirina referanduma 16ê Nîsanê di nava welatîyên Tirkîyê yên li bajarê Rotirdamê da bikiribana.

Berî niha Xêrt Fîlderz, serokê partîya azadî ya Hollendayê daxwaza rêgirtinê li serdana Çavuşoglu ji bo Hollendayê kiribû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Namzedê Serokatiya Sûriyê: Li Sûriyê ti cudahî di navbera Ereb û Kurdan de tune ye

Lalish Duhok

Serkomariya Iraqê: Hebûna PKKê li Iraq û Herêma Kurdistanê ne yasayî ye

Lalish Duhok

Kazimî: Ti hêzên Amerîkî yên şerker li Iraqê namînin

Lalish Duhok