شبكة لالش الاعلامية

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Basnews

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê derbarê bûyerên Xansorê daxuyaniyek belav kir, tê de ragehand ku, Partiya Kakerên Kurdistanê(PKK) li wan rûdanên îro li Xanesorê rûdane berpirsyare.

Ev jî deqa daxuyaniyê ye:

1- PKK bi awayeke pîlankirî li ser pêkanîna pirsgirêk û aloziyan li deverê rijd e û biberdewamî li wê navçeyê kiryarên istifzazî li dijî hêzên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêktîne, herwiha bi hemû şêweyekê dixwaze şerûpevçûnan dirûstbike.

2- PKK ji bo vê mebestê ji deverên Heseke, Dêrik û çend navçeyên din ên Kurdistana Rojavayê xelk û hêzên çekdar derbasî sînorê Şingalê dike û rojana pirsgirêkan çêdike..

3- Her di vê çarçoveyê de îro, xwestin êrîşî Hêzên fermî yên hikumetê li devera Xanesorê bikin, lê Polîsên Medenî hewla kontirolkirina rewşê kirin û rûberûbûn derneketin.

4- Dûpatdikin ku di bûyerên îro de her rûdanek çêbibe, bi destê wan bi xwe ye û Polîsên Sivîl ku, çend kesin ji wan rastî êrîşan bûne bi ti şêweyekê ne berpirsin, PKK bi tena xwe berpirs e ku, bi enqest dixwaze hin ji birayên Êzidî bike alavên pîlaneke gemar.

5- Dûpatdikin ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi ti awayekê navê rûbirûbûn û şerûpevçûn çêbibin û daxwaz ji PKKê dike ku bi aqilane pêwendiyêbikin.

Wezaretî Navxwe ya Hikumeta Herêma Kurdistanê

14.3.2017

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîr Barzanî pêşwaziya Wêzîrê Gihandina Iraqê kir

Lalish Duhok

Di 101 Saliya Komkujiya Ermeniyan de, Nimûneyek ji Pêwemdiyên Ermeniyên Bişêriyê û Axayê Eşîra Rema, Emînê Perîxanê

Lalish Duhok

Ji Kaniyên Yezdaniyê: Ayîna Xûramî di Jêderên Îslamî da

Lalish Duhok