شبكة لالش الاعلامية

Kurdên Êzidî li Lalişê 366 çira hil kirin

Kurdên Êzidî li Lalişê 366 çira hil kirin

Rûdaw

Cejna sersala kurdên êzidî ku dibêjin cejna Çarşema Sor, di meha Nîsanê de çarşema yekem e li gor salnameya rojhilat.

Rojeke beriya cejnê, kurdên êzidî berê xwe didin perestgeha Laliş û li wir 366 çira hildigrin ku ev jî hejmara rojên salê ye. Herwiha kurdên êzidî diyar dikin ku hilgirtina çirayan, ji bo hemû mirovahiyê ye.

Îsal keç û jinên kurdên êzidî yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne jî beşdarî cejna Çarşema Sor bûn û herwiha daxwaz dikin ku keç û jinên din ên ku di destê DAIŞê de ne, di demeke nêzîk de werin rizgarkirin.

Herwiha Parlementoya Herêma Kurdistanê jî biryar daye ku ji bo rêzgirtina cejna Çarşema Sor, îro li Herêma Kurdistanê betlaneya fermî be.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hewlêr ji bo rêkevtina li ser petrola Kerkûkê amade ye

Lalish Duhok

Endazyar Xalid Nermo: Proseya nûjenkirina perestgeha Lalish l ser şêwazê kevnar ya berdewame

Lalish Duhok

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya salvegera Enfala Barzaniyan peyamek belav kir

Lalish Duhok