شبكة لالش الاعلامية

Hikûmeta Kurdistanê 5 milyon dolar ji bo rizgarkirina kurdên êzidî xerc kiriye

Hikûmeta Kurdistanê 5 milyon dolar ji bo rizgarkirina kurdên êzidî xerc kiriye

Rûdaw

 Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rizgarkirina kurdên êzidî yên rêxistina DAIŞê revandine, 5 milyon dolar xerc kiriye.

Ofîsa Serokwezîriya Herêma Kurdistanê di 11ê Mijdara 2014an de ji bo rizgarkirina kurdên êzidî yên di deste DAIŞê de ne biryarek derxist. Li parêzgeha Duhokê taybet ji bo xilaskirina kurdên êzidî ji destê DAIŞê ofîsek taybet hat vekirin ku heta niha gelek kurdên êzidî bi rêya wê ofîsê hatine xilaskirin.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Êzidiyên Hatine Revandin li Duhokê Hisên Koro ji Rûdawê re wiha got: “Li Iraq û Sûriyê me heta niha 3 hezar û 4 kes ji destê çeteyên DAIŞê rizgar kirine. Ji wan hezar û 87 jin, hezar û 583 zarok û 334 zilam bûn. Herwiha 3 hezar û 400 kes jî li benda rizgarkirinê ne.

“Ti kes nebûn alîkar”

Derbarê kesên ji bo rizgarkirina kurdên êzidî bûna alîkar de jî Hisên Koro got: “Ji bilî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti welatên îslamî yên ereb û rêzxistinên biyanî û navxweyî nebûne alîkar.”

Koro ku nexwest hurgiliyên çawaniya rizgarkirina kurdên êzdiî ji deste DAIŞê eşkere bike lê got ew lêkolînê li ser rêbazên rizgarkirina wan dikin û wiha domand: “Kesên di deste DAIŞê de ne, li bazaran têne firotin. Em ji bo rizgarkirina wan her rêyê diceribînin.”

Piraniya kesên ku hatine rizgarkirin, piştî ku rêxistina DAIŞê ew li bazaran bi bihayeke zêde firotine, bi rêya serekeşîr û kesayetên naskirî li Iraq û Sûriyê hatine xilaskirin.

Beşekî ji kurdên êzidî bi operasyonên Hêzên Pêşmerge, şervanên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê û di encamên operasyonên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de hatine rizgarkirin.

Endama Parlamentoya Iraqê ya Kurda Êzidî Viyan Daxil jî ji Rûdawê re diyar kir ku wan ji hikûmeta navendî ya Iraqê û rayedarên iraqî ji bo rizarkirina kurdên êzidî yên di destê DAIŞê de ne alîkariya madî xwestine lê bi ti awayî alîkariya wan nekirine.

Viyana Daxil wiha domand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha ji bo rizgarkirina êzidiyan 5 milyon dolar xerc kiriye. Piraniya wan li bajarê Reqa yê Sûriye û beşekî jî li Telafer û Beacê hatine xilaskirin.”

Digel eyaleta Almanyayê protokol

Hikûmeta Herêma Kurdistanê  digel Eyaleta Baden Wurtemberg a Almanyayê ji bo çareserkirina derûniya 2 hezar jin û zarokên ji destê rêxistina DAIŞê hatine rizgarkirin protokolek pêk aniye.

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji Rûdawê re got: “Bi alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê 400 jin û zarok dê di demeke nêzîk de ji bo çarserkirina derûniya wan bo Romanyayê bêne şandin.”

Li navçeya Şexan a parêzgeha Duhokê 3yê Nîsana 2015ê di panelekê de hat ragihandin ku ji ber êrişa DAIŞê 430 hezar kurdên êzidî ji cih û warên xwe bûne û di dema êrişê de hezar û 800 kes hatine qirkirin û 3 hezar jin û zarok ji aliyê rêxistinê ve hatine revandin.

Tê gotin ku çarenûsa 500 kesî hê jî ne diyar e, û 600 kurdên êzidî jî ji ber birçîbûn û tîbûnê canê xwe ji dest dabûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Keça Kurd ya ku hatibû revandin li Hewlêrê hatîye dîtin

Lalish Duhok

Li Tirkiyê tundûtîjiya li ser jinan zêde bûye

Lalish Duhok

Şêx Şamo hêviya behremendekî Êzidî bi cih anî

Lalish Duhok