شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî spasiya gel û hikûmeta Australiyayê dike

Mesrûr Barzanî spasiya gel û hikûmeta Australiyayê dike

k24

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Balyozê Australiayê li Iraqê Tim Stapleton derbarê pêşketinên leşkerî yên şerê li dijî teroristên DAIŞê û rewşa siyasî ya navçê bi giştî û pêwendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Australiyayê guftûgo kirin.

Di hevdîtinê de behsa beşdariya Australiyayê di şerê li dijî DAIŞê û û hevkariya hêza Pêşmerge hate kirin. Mesrûr Barzanî derbarê hevkariya wî welatî bo Herêma Kurdistanê de spasiya gel û hikûmeta Australiyayê kir.

Cîgirê Balyozê Australiyayê yê li Iraqê amaje bi rol û qurbaniyên Pêşmerge di şerê li dijî teroristên DAIŞê kir û pêzanîna welatê xwe li hember qurbanîdana Pêşmerge nîşan da û got: “Azayetiya Pêşmerge di cîhanê de deng vedaye û nabe bo şikandina DAIŞê de behsa Pêşmerge nebe.”

Di beşeke din ya hevdîtinê de, tekezî li ser wê yekê hate kirin, ku pêwîst e hewl bo çareserkirina pirsgirên navçê bi giştî û Iraqê bi taybetî were kirin, bi awayekî ku mafê hemû pêkhateyên navçê li xwe bigire, ta ku bawerî û aştî cibicî bibe û valahiyek bo serîhildana bîra tundrewî û tundûtûjiyê nemîne û navçe aram bibe.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Berdevkê Wezareta Petrola Iraqê: Biryara hinardekirina petrola Kurdistanê di destê Tirkiyê de ye

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Pêwîste behra herêmê ji qerên navdewletî bê dabînkirin

Lalish Duhok

Bi çavdêrya berêz”Şêx Şamo” heşt salya wexerkirna honermend”Xidr Feqîr” hate saxkirin

Lalish Duhok