Amerîka: Daxwaza Kurdan rewa ye
Rûdaw
Amerîkayê li ser biryara Herêma Kurdistanê ya derbarê lidarxistina referanduma serxwebûnê helwesta xwe diyar kir.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heathers Nauert di konfranseke rojnamevanî de li ser mijara sazkirina referanduma serxwebûna Herêma Kurdistaê axivî û ragihand: “Amerîka rêzê li daxwaza rewa ya xelkê Kurdistanê digire.”
Heathers Nauert got: “Em piştgiriyê li iraqeke federalî, yekgirtî û bi îstiqrar dikin. Em ji daxwazên rewa yên xelkê Kurdistana Iraqê têdigihîjin.”
Nauert tekez kir: “Me dilgiraniyên xwe gihandiye berpirsên Kurdistana Iraqê, ku sazdana referandumê, heta eger biryarek be ku pabendbûn jî pê ve nebe, di vî demi de me dûr dike ji karên me yên herî li pêş (ewlewiyetên me), ku têkişikandina DAIŞê, bi îstiqrarbûn, vegerandina xelkê aware, çareserkirin akrîza aborî ya herêmê, û çareserkirina nakokiyên siyasî yên navxweyî yên herêmê ne.”
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê di beşeke din a daxuyaniya xwe de diyar kir: “Em berpirsên herêmê teşwîsq dikin, ku gotûbêjê li gel hikûmeta Iraqê bikin, li ser wan arîşeyên giring ên ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene û bo biryardan li ser pêwendiyên paşerojê yên Hewlêr û Bexdayê. Giringtirîn erkê me, bi baweriya me weke hêzên hevpeymanan, têkşikandina DAIŞê ye.”
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
