شبكة لالش الاعلامية

Bingeha Laleşê:Çekdarên tûdirew ên Sûriyê êrîşî çend gundên Kurdên Êzdî kirine

Bingeha Laleşê:Çekdarên tûdirew ên Sûriyê êrîşî çend gundên Kurdên Êzdî kirine

BasNews

Berpirsê beşê Rewşenbîrî yê desteya bilind a bingha Laleşê ya Rewşenbîrî ragehand ku, çekdarên Bereya El- Şam a Sûriyê li bajarê Efrînê çend gundên Êzdiyan dorpêçkirine û metrisya karsteke mezin li ser Kurdên Êzdî li Sûriyê heye.

Berpirsê beşê Rewşenbîrî yê desteya bilind y bingha Laleşê ya Rewşenbîrî Şemo Qasim ji BasNewsê re ragehand ku, çekdarên grûpên tûndirew êrîşî gundên Kurdên Êzdî kirine taybet gundê Qestel Cindo, Bavlon û Elî Qîno, herwiha da zanîn ku, xelkê wan gundan koçberbûne û ber bi bajarokê Izazê bûne û hin ji wan li cadeyan dimînin û rewşa wan xirabe.

Herwiha Berpirsê beşê Rewşenbîrî yê desteya bilind y bingha Laleşê ya Rewşenbîrî da zanîn ku, gropên tûndrew metirsiyeke mezin li ser Kurdên Êzdî li wê deverê cêdikin, ji ber wê yekê daxwaz ji neteweyên yekbûyî dikin alîkariya Kurdên Êzdî bikin daku, karesateke din dubare nebe.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş: Pîştevanya hemû destpêşxer u êkrêzya Êzidyan dikin

Lalish Duhok

“Bexda newêre jenosîda ku hatiye serê êzîdiyan, qebûl bike!”

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Yekrêzî dê bibe rêgir ku tewanên enfalê dubare nebin

Lalish Duhok