شبكة لالش الاعلامية

Ebadî: Çend roj şûnde rizgarkirina Mûsilê dê were ragihandin

Ebadî: Çend roj şûnde rizgarkirina Mûsilê dê were ragihandin

Rûdaw

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir, çend roj şûnde kontrolkirina tevahiya Mûsilê dê were ragihandin.
Heyder Ebadî di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand: “Çend roj şûnde kontrolkirina tevahiya Mûsilê dê were ragihandin.
Piştre hikûmet ji bo jinûve avakirina şûnwarên dîrokî yên weke Minareya Hedbayê, Hezer, Nemrûd ku ew şûnwarên dîrokî yên giring ên Iraqê ne û ji aliyê DAIŞê ve hatine wêrankirin, dê dest bi xebatan bike.”
Herwiha di konferansa rojnamevaniyê de Ebadî amaje bi yekê kir, ku giringiya serdana wî ya bo welatên cîran hebûye.
Weke din diyar kir, ku li Mûsilê rola Îran, Erebistana Siûdî û Kuweytê, di şerê li dijî DAIŞê de giring e.
Di sala 2016an de Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê bi piştgiriya Hevpeymaniya li dijî DAIŞê qonaxa yekemîn a operasyona rizgarkirina Mûsilê dabûn destpêkirin û heta niha operasyona kontrolkirinê berdewam e.
Duh 21ê Hezîrana 2017an çekdarên DAIŞê li Mûsila Kevn, Mizgefta Nûr û Minareya Hedbayê teqandibû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Duhokê welatiyek ji kîsê xwe şitlên daran dikire û diçîne

Lalish Duhok

Konfiransa nivîsîngeha Laliş Xanesorê hat li dar xstin

Lalish Duhok

Roja Kongireya Netewî a Kurd diyar bû

Lalish Duhok