شبكة لالش الاعلامية

Rûsya: Îhtîmaleke mezin Ebûbekîr Bexdadî hatiye kuştin

Rûsya: Îhtîmaleke mezin Ebûbekîr Bexdadî hatiye kuştin

Rudaw

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Oleg Siromolotov ragihand ku îhtîmaleke mezin e Serokê DAIŞê Ebûbekîr Bexdadî di operasyona asmanî ya welatî wî de hatiye kuştin.

Oleg Siromolotov ji Sputnikê re axiviye û diyar kiriye: “Li gor Wezareta Berevaniya Rûsyayê, di encama operasyonên ku Hêzên Esmanî yên Rûsyayê li Reqayê di dawiya meha Gulanê de pêk anîbû, îhtîmala kuştina Serokê DAIŞê Bexdadî gelek zêde ye.”

Herwiha Siromolotov aşkere kir, hewl didin vê agahiyê bi rêya çend çavkaniyan piştrast bikin.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê di 16ê Hezîranê de bi daxuyaniyekê ragihandibû, dibe ku Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî di operasyonên esmanî yên Rûsyayê de hatibe kuştin.

Di daxuyaniyê de hatibû destnîşankirin, ku li gor agahiyên çavkaniyên cuda, Ebûbekir Bexdadî jî li civînê ku operasyonên esmanî li dijî serkirdeyên DAIŞê pêk hatin, amade bû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Finlenda li Iraqê kir

Lalish Duhok

Mezinekî Şingalê: Ew Şingaliyên tevlî PKKê bûne piranî endamên berê yên partiya Beis bûne

Lalish Duhok

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta Cejna Newrozê

Lalish Duhok