Qaymiqamê Şingalê: PKK û Heşda Şebî hawildidin Şingalê bikin 3 parçe
BasNews
Qaymiqamê Şingalê ragehand ku, niha Heşdî Şebî ne amade ye navçeyên Kurdên Êzdî li devera Şingalê radestî Rêveberiya Şingalê bikin, da zanîn ku, Heşda Şebî PKK hawildidin ku, Şingal bikin 3 parçe.
Qaymiqamê Şingalê Mehme Xelîl ji BasNewsê re ragehand ku, Rêveberiya Şingalê bi fermî daxwaz ji Heşdî Şebî kiriye ku, wan navçeyên Kurdên Êzdî yên di bin kontirola wan de radestî Rêveberiya Şingalê bikin, lê bersiva xelkê Şingalê nedane û ne amade ye wan navçeyan radest bike, herwiha çekdarên Heşdî Şebî rê nadin danştiyên navçeyê vegerin ser malûmulkên xwe.
Herwiha Qaymiqamê Şingalê Mehme Xelîl da zanîn ku, eger Heşda Şebî razî nebe wan navçeyan radestî Rêveberiya Şingalê bike, ew neçarin bi rêyên ysayî vegerînin bin desthilata Rêveberiya Şingal û hemû navçeyan bikine ser Herêma Kurdistanê û beşdariyê di referandoma serxwebûna Kurdistanê de bikin û dengê belê bidine.
Di heman demê Qaymiqamê Şingalê Mehme Xelîl amaje bi yekê kir ku, PKK û Heşdî Şebî dixwazin Şingalê bikin 3 parçe, tekez kir, ku, dive ew aliyên siyasî rêzê ji bîrûbûçûnên xelkê Şingalê re bigrin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
