شبكة لالش الاعلامية

Şingal – Gorreka bi kom ya kurdên êzîdî hat şewitandin

Şingal – Gorreka bi kom ya kurdên êzîdî hat şewitandin

BasNews 

Endamekî encumena bajarê Şingalê dibêje, gorreka bi kom ya kurdên êzîdî li devera Til Izêr ya Şingalê hatiye şewitandin ku tê texmînkirin 45 term tê de hebin.

Endamê encumena Şingalê Xelef Qasim ji BasNewsê re got, kesên nenas fîşek berdane gorreka bi kom li devera Til Izêr li nêzîkî Sîba Mehmûd Xiro û di endamê de gorr şewitiye.

Qasim Xelef her wiha got, li gorî texmîna me di wê gorra bi kom de 45 term hebûn. Ev bûyer dê ziyanê bigehîne qonaxa komkirina belgeyên jenosîda kurdên êzîdî.

Wî endamê encumena Şingalê daxwaz kir ku gorrên bi kom zû bên vekirin û got, ji ber ku metirsiya wendabûna gorrên bi kom zêdetir bûye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Desteya Bilinda Bingehê Laliş hevkarî gehandine 108 xêzanên aware

Lalish Duhok

Şewata li Kampa Şariya; Nêzikî milyonek dolar ziyana maddî

Lalish Duhok

Baba Şêx di “Roja Çarşema Sor” de:Em daxwaza azadkirina Êzdiyên revandî û navçeyên xwe dikim

Lalish Duhok