شبكة لالش الاعلامية

3 keçên Kurdên Êzidî hatin rizgarkirin

3 keçên Kurdên Êzidî hatin rizgarkirin

Rûdaw

Keçeke din a Kurda Êzidî li devera Mûsila Kevin a bajarê Mûsilê ji destê çekdarên DAIŞê hat rizgarkirin.

Komîteya Medyaya Şer a ser bi Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, ku hêzên Firqeya 16 a Artêşa Iraqê îro pêncşembiyê li aliyê rojavayê Mûsilê rizgar kirine.

Li gorî vê daxuyaniyê de, hêzên iraqî herwiha 3 çekdarên DAIŞê jî kuştine. Wê komîteyê daye xuyakirin, ku çekdarên DAIŞê hewl didan, ku wê keça Kurda Êzidî bikujin, ku dixwast ji destê wan bireve û xwe bigihîne hêzên ewlehiyê yên Iraqê li devera Şehwan a Mûsilê.

  Komîteya Medyaya Şer a Iraqê amaje bi wê yekê jî kiriye, ku hêzên Firqeya 16 a Artêşa Iraqê li devera Şehwan a Mûsilê di operasyoneke serbazî de 17 çekdarên xwekuj ên DAIŞê kuştine.

Li gorî daxuyaniyeke din a heman komîteyê, hêzên iraqî 2 keçên din ên Kurdên Êzidî li aliyê rojhilatê bajarê Mûsilê rigzar kirine.   Di daxuyaniyekê de hatiye gotin, ku ew her du keçeên Kurdên Êzidî piştî “hewldaneke du mehî û bi hevkariya îstixbarata Neynewayê” ku ser bi Îstixbarat û Asayişa Giştî ya Iraqê ve ye, li aliyê çepê yê bajarê Mûsilê (rojhilatê Mûsilê) hatine rigzarkirin.

  Ji aliyekî din ve çavkaniyekî ji beşa Îştixbarata Polîsê Neynewayê ku nexwast navê wî were aşkerekirin, ji Rûdawê re got: “Ew her du keç di rewşeke derûnî (psykolojî) ya xirab de bûn û ji kesûkarên xwe hatibûn veqetandin.

Piştî rizgarkirina wan jî, ew her du keç radestî malbatên wan hatin kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Agirê Newrozê li ser Kelha Kerkûkê tê vêxistin

Lalish Duhok

5 emîrên DAIŞê bi milyonan dolarê DAIŞê dizîn û reviyan!

Lalish Duhok

Bikarhênerên Gmail ê li ser astê cîhanê gihişte milyarek kesan

Lalish Duhok