شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî: Armanca me cîbecîkirina biryara xelkê Kurdistanê ye

Mesrûr Barzanî: Armanca me cîbecîkirina biryara xelkê Kurdistanê ye

BasNews

 Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand ku, armanca me cîbecîkirina biryara xelkê Kurdistanê ye û piraniya xelkê bi dengê belê ligel pirsa referandomê ne.

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtineka xwe de li gel kenala Kurdistan24ê derbarê pirsa referandoma serxwebûna Kurdistanê got ku, xwîna şehîdên Kurdistanê ji bo wê yekê bo ku, Kurdistaneke serbixwe hebe, ti paşvekşandinek ji encamdana referandomê tûneye, hemû alî tê de beşdarin, lê eger aliyek naxwaze têde beşdar be ew biryara wan e.

Derbarê dema encamdana referandomê Barzanî got ku, niha demeke pir guncawe ku, referandom were encamdan pêwîste em mafê xwe bikarbînin.

Derbarê ku, tê gotin gelo pirsa referandom mozayedeyeke siyasî Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got ku, ev pirseke niştimanî ye û nikarin pêjin netewyî ye û her welatiyek li Kurdistanê mafê xwe heye, lê eger aliyek naxwaze beşdar bibe, ew biryara wan e, lê referandom ne mozayedeyeke siyasî û ne jî hizbiye.

Derbarê pirsa ku, eve du aliyên siyasî ne li gel referandomê ne Barzanî wiha got:Bi me xweşe ku, hemû welatî beşdarî referandomê bibin û dengê niştimanî zêdetir bibe ji wê pirsê re, lê ti alî nikare rê li ber biryara xelkê Kurdistanê bigre ku, dengê xwe bide û beşdariyê bikin, ji ber ku, armanca me cîbecîkirina biryara xelkê Kurdistanê ye û piraniya xelkê bi dengê belê ligel pirsa referandomê ne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Barzanî bo Mîr Hazim: Hêvîdar im bi baştirîn şêwe xizmeta Êzidiyan bikin

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî:Serkeftina referandomê serkeftina hemû pêkhateyên Kurdistanê ye

Lalish Duhok

Barzanî, Trump vexwand Kurdistanê!

Lalish Duhok