شبكة لالش الاعلامية

Heyder Şeşo: Em naxwazin ji referandomê bê par bimînin

Heyder Şeşo: Em naxwazin ji referandomê bê par bimînin

BasNews 

Fermandeyê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo dibêje, em naxwazin ji referandomê bê par bimînin ji ber wê jî bila referandomê li devera Şingalê jî were kirin.

Heyder Şeşo, ku di heman demê de serokê Partiya Demokratîk ya Êzîdî ye, ji televîzyona K24 re gotiye, em Kurdistanî ne û  em naxwazin ji referandomê bê par bimînin ji ber wê jî bila referandomê li deverên ku kurdên êzîdî lê dijîn, bê kirin.

Fermandeyê Hêza Parastina Êzîdxanê her wiha gotiye, em daxwaz ji neyarên referandomê dikin ku qurbaniyên gelê Kurdistanê li ber çavan bigirin paşê dijberiya referandomê bikin. Referandom û diyarkirina qederê mafekî rewa yê gelê Kurdistanê ye. Bila hêzên navdewletî jî piştevaniya vê yekê bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Qadir Qaçax :xo bi yek ji damezrînerê‌ bingehê‌ laliş dizanm

Lalish Duhok

Li Mereşê erdhejêke nû çê bû

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 6 kesên din bi Koronayê mirin

Lalish Duhok