شبكة لالش الاعلامية

Endamekî encumena Şingalê: Li devera Şingalê çete derketine!

Endamekî encumena Şingalê: Li devera Şingalê çete derketine!

BasNews 

Endamekî encumena bajarê Şingalê dibêje, li devera Şingalê komên çete derketine û bûne metirsî li ser jiyana welatiyan.

Endamê encumena Şingalê Mehfûz Mecîd ji BasNewsê re got, li Şingalê ji bilî çekdarên PKK û Heşda Şeibî, komên çete jî derketine û çi dilê wan dixwaze, dikin!

Mehfûz Mecîd her wiha got, eger kesek nebe peyayê Heşda Şeibî nikare li Şingalê bijî û heta Heşda Şeibî razî nebe ti koçberek jî nikare vegere Şingalê!

Wî endamê encumena Şingalê bang li hikûmeta Iraqê wan çekdar û çeteyan ji Şingalê derxîne û got, welatî dixwazin di aramiyê de bijîn lê ji ber wan çekdar û çeteyan nikarin. Bila hikûmeta Iraqê wan ji Şingalê derxîne.

Mehfûz Mecîd anî ziman ku beriya DAIŞ û Heşda Şeibî, Şingalî hemî mîna malbatekê bûn û got, lê niha êdî ew tişt nemaye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Piştî xwepêşandanan Ebadî gav avêt: 3.5 milyar dolar terxan dike

Lalish Duhok

Bajarê Minbicê bi temamî ji destê DAIŞê hat derxistin

Lalish Duhok

Bingehê Laliş yê rawşenbîrî û civakî du pirtûkên nû çap dike

Lalish Duhok