شبكة لالش الاعلامية

Kemal Tolan: Hêvî dikim, hilbijartinên parlementoya HHK, ji bo destketina mafê hemû pêkhatiyên Kurdistanê bi xêr û serketî bin!

Kemal Tolan: Hêvî dikim, hilbijartinên parlementoya HHK, ji bo destketina mafê hemû pêkhatiyên Kurdistanê bi xêr û serketî bin!
Dilê min dixwast ku, șêx, pîr, mîr, oldar, rewșenbîr, vekolîner, akadamîkar, șêwirmend, parlementer, huqûqzane , profesor , dr. û mamosten Êzdiyan, yên ku di nav Herȇma Hukumeta Kurdistanȇ (HHK) de dijîn, bikarîbûna mîna hemû pêkhatiyên Kurdistanê, bi hêza zanîn û tifaqa xwe tevgerekê ji bo destxistinên maf û azadiya civaka Êzdiyan, li gorî rêbaza zagon, azadî û demokrasiya di nav Hukumeta Herȇma Kurdistanȇ de heye damezirînin û ew jî bi navekî mînak, „partiya parastina maf û azadiya Êzdiyan“ beşdarî hilbijartinên parlementoya HHK ê bibûna! Lê li goriya ku min karîbû çapemeniyê bi şopînim, mixabin ev daxwaziya min ne hatiye cîh.
Ez dîsa jî hȇvîdar im ku hemû nȗner, siyasetmendar û rayedarȇn HHK bikaribin hȇjmara kandîdat/namzetȇn Ȇzdiyan, yȇn ku di nav partiyên cûde de bikevine parlementoya HHK zȇdetir bikin. Ew derfet ȗ alîkariyȇ bidine hemȗ hilbijerȇn Ȇzdi, bi taybetî jî aware-koҁberȇn Ȇzdiyan ȗ ew jî di roja hilbijartina 30.09.2018 an de biҁine ser sandaqon, dengê xwe ji bo naskirina mafê ola Êzdîtiyê, azadî ȗ demokrasiya li HHK bidine nȗnerȇn Ȇzdî ȗ Kurdên welatparêz!
Hêvî dikim hilbijartinên parlementoya herȇma bașȗrȇ Kurdistanê, ji bo naskirina Kurdistaneke serbixwe, destketin ȗ parastina mafê hemû pêkhatiyên Kurdistanê bi xêr û serketî bin!
Kemal Tolan,
Êzdînas, berhevkar û xemxwarê kevneşopê Êzdîtiyê
14.09.18

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Wezîrê Navxwe: Cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, take rê ye ji bo asayîkirina rewşa Şingalê

Lalish Duhok

Mîrê Êzidiyan nêrîna xwe derbarê Şingalê de eşkere kir

Lalish Duhok

Serperştê‌ kenîsa Mar Nirsay li Duhokê‌ seredana bingehê‌ laliş kir

Lalish Duhok