Bingehê laliş pîrozbahîyê li berêz (Saîdo Çato) di ket bo wergirtna postê serokê civata parêzgeha Naînewa
Bi dilekî pir kêf u xweşî û şadî deng û basê raspiardina berêz ( Saîdo Çato) bi erkê serokê civata parêzgeha Naînewa gehşte me, ku yekem kesayetyê Êzidî ye di dirêjya dîrokê da vî postê girng werdigrt ku yek ji postên paye bilinde li parêzgeha Naînewa ku dorên 3 melîon kesan ji netewe û ayîn û mezheban bi xo ve di girt
Em supasî û rêzgrtina xwe yên bilind pêşkeşî cenabê serok ( Mesud Barzani) di keyn ku piştevanyeke bê sinur pêşkeşî kirî ev post bi berêz ( Saîdo Çato) bete dan, û eve careke dî dupat di kit ke Kurdên Êzidî cyê xo yê taybet li nik serok Barzani bi şêwekî taybet û serkirdayetya sîasî ya partî dimukratî Kurdistan bi şêweyekî giştî heye.
Em hîvîdarin postên zêdetir bi kesayetyên Êzidî bêne dan bi şêweyekî li gel rêja akincibûna wan çi li Neînewa yan herêma Kurdistanê û heta li Îraqa navendî bit, dupat di keyn ku civakê Êzidî xwedan kesayetyên akademî ye di kart xizmeta civakî bi baştrin şşêwe bi ket.
Dubare pîrozbahyê li berez ( Saîdo Çato) di keyn û hîvya serkeftinê jêra di xwazîn bo destbi kar buna wî
Desteya bilinda bingehê laliş yê rewşenbîrî û komelayetî\ Duhok
2018\09\26
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
