شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Nadya Murad kir

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Nadya Murad kir

K24 – Navenda Nûçeyan.

Bi helkefta bexşîna xelata Nobelê ji bo aştiyê bi Nadya Murad, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di peyamekê de pîrozbahî li wê çalakvana Kurd kir û got: Ji dil pîrozbahiyê li Xanim Nadya Murad dikim, ku hertim kar û çalakiyên wê cihê serfirazî û dilxweşiya me bûn. Radestkirina xelata Nobelê cihê xweşhaliyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê ye.

Her di wê peyamê de, Nêçîrvan Barzanî got: Ez hêvîdar im ew xelat bibe sedema kêmkirina nexweşî û azarên ku bi ser wê û malbata wê û hemû xuşk û birayên Êzîdî de hatine. Ji ber ku ev xelat ne tenê ji bo kesekî ye, lê ew ji bo xweragirî û qurbanîdana Êzîdiyan û hemû gelê Kurdistanê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Çîroka keça Êzidî di bazarên Ewropayê

Lalish Duhok

Seroka parlementoya Kurdistanê: Gendel naxwazin Kurdistan bibe xwedan Destûra xwe n

Lalish Duhok

Emmar Hekîm : Mafê Êzidiyan e ku vegerin Şingalê

Lalish Duhok