شبكة لالش الاعلامية

Rêkxraweka Astralî seredana bingehê‌ laliş li Duhokê‌ dikt

Rêkxraweka Astralî seredana bingehê‌ laliş li Duhokê‌ dikt

Tora laliş ya ragehandinê‌/Duhok

Hêvarya îro 12/2/2019ê‌ rêkxraweka parastina zarokan ya welatê‌ Astralya seredana desteya blinda bingehê‌ laliş yê‌ rewşenbîrî û komelayetî li Duhokê‌ kir.

Şandê‌ rêkxrawa parastina zarokan ya welatê‌ Astralya jibal berêz”Şemo Qasim”berprsê‌ pişka rewşenbîrî li bingehê‌ laliş hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtnê‌ da berêz”Şemo Qasim”kurtyek da ser rolê‌ bingehê‌ laliş dinava civakî da û bizav û çalakyên heta niho encam dayn.

Herwesa rêkxrawa parastina zarokan kar û xebata xo berçavkir û dûpatkir ku dê‌ harîkarya 100 hezar kesan kin di projeyekî taybet de ku pazde mlyon (15000000)dolar bo hatîne terxankirin ji layê‌ hkumeta Astralya ve bo harîkarya zarokan û amadekirina zemîneka baş bo zarokan li deverên êzdyan û ev proje bo mawê‌ sê‌ salan dê‌ berdewam bit.

Li dawyê‌ şandê‌ rêkxrawa parastina zarokan xoşhalya xo derbrîn bo pêşwazya ji layê‌ bingehê‌ laliş ve hatye kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hizbullah Iraqê tehdîd kir: Emê êrişî cihên wisa bikin ku neyê xeyala wan jî!

Lalish Duhok

Zaroka Kurd a 2 salî di nava satila avê de xeniqî

Lalish Duhok

Dr. Eskerȇ Boyȋk : NEMA VEKIRÎ

Lalish Duhok