شبكة لالش الاعلامية

 15 zarokên Kurdên Êzidî bo Başûrê Kurdistanê tên şandin

 15 zarokên Kurdên Êzidî bo Başûrê Kurdistanê tên şandin

Şingal (Rûdaw) 27 Kurdên Êzidî ku hemû jin û zarok bûn, tevî zarokekî Misilman ku ji mezbeha Şîe ye, ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin û vegeriyan Başûrê Kurdistanê.

 

Sundus Semîr ku yek ji xizmên du rizgarbûyan e, dibêje: “Em îro li vir kom bûne ji ber xweşiyekê ku kesên ji destê DAIŞê rizgar bûne, hatine. Kê alîkarî kiribe, çi hikûmeta navendî, çi Herêma Kurdistanê, çi YPG û YPJ, em gelek memnûn in.”

 

Kesên hatine rizgarkirin, ji deh gund û komelgehên ser bi navçeya Şingalê ne. Her yek ji wan çîrokên wan ên ciyawaz ên dema bin destê DAIŞê hene.

 

Keçeke rizgarbûyî dibêje: “Birçîtî hebû, şer hebû, firoke hebûn bombebaran dikirin. Agirbest çêbû û di dema agirbestê de em hemû derketin û em hatin kampan, birayên me yên Êzidî em ji kampan derxistin û gihandin aliyê me. Ez gelek kêfxweş im îro, gelek bextewer im, ez çi bibêjim nikarim bînim ziman, ji ber ku min dayîka xwe dît, birayên xwe dîtin, xwişkên xwe dîtin, min hemû xizmên xwe dîtin.”

 

28 jin û zarokên hatin rizgarkirin û zarokekî Misilman ê Şîe yê ji navçeya Tileferê jî di nav wan de ye, piraniya wan zarokan jî zimanê dayîkê jibîr kirine.

 

Keçikeke biçûk a rizgarbûyî diyar kir: “Lingê min birîndar bû, piştre wesayîtên barhilgir hatin ez birim kampa Holê, ez mehekê li Holê mam, pêre jî min ji wan re got ez ji Şingalê me, piştre wan ez anîm vê derê.”

 

Nêzîkî 3 mehan zêdetirî 200 jin û zarokên Kurdên Êzidî ji Rojavayê Kurdistanê û devera Baxozê hatine rizgarkirin.

27 jin û zarokên Kurdên Êzidî û zarokekî Misilman hatin rizgarkirin

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê 2543 kesên din bi Koronayê ketin

Lalish Duhok

Serkirdeyek nêzîkî Ebubekir Bexdadî hate girtin

Lalish Duhok

Barzanî peyamek li ser teqînên Qamişlo belav kir û ferman da dezgehên Kurdistanê

Lalish Duhok