شبكة لالش الاعلامية

Qadir Qaçax: PKK xelkê Şingalê wek mertal bikar tîne!

Qadir Qaçax: PKK xelkê Şingalê wek mertal bikar tîne!

BasNews – Berpirsekî bajarê Şingalê dibêje, hebûna PKKê li Şingalê bûye metirsî li ser xelkê bajêr, ji ber ku PKK xelkê sivîl wek mertal bikar tîne!

Berpirsê liqa PDKê li Şingalê, Qadir Qaçax ji BasNewsê re got, hêzên PKKê li nav bajarê Şingalê bicîh bûne, ev jî metirsî ye li ser bajêr. PKK guh nade rêveberiya rewa ya bajêr ji ber wê jî roj bi roj rewşa bajêr aloztir dibe.

Qadir Qaçax her wiha got, heta niha Bexdayê jî ti tiştek bo çareserkirina wê pirsgirêkê nekiriye. Eger rewşa wiha bimîne tenê xelkê bajêr dê zerar bikin.

Wî berpirsê PDKê anî ziman ku PKK ne tenê ji Şingalê dernakeve, belkî hêz û baregehên xwe li wir zêde dike û got, PKK xelkê sivîl ji xwe re wek mertal bikar tîne!

Ev di demekî de ye ku parlementoya Iraqê bi fermî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye hêzên PKKê ji Şingalê derxîne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî pêşwazî li şêx Feysel El Cerba kir

Lalish Duhok

Şêx Şamo 80 salîya berêz Wezîrê Eşo pîrozkir

Lalish Duhok

Serdana Dibistana Kebertu / 2

Lalish Duhok